Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin 2022-10-29 18:53:40   ENQERE - Nûnerên ked û pîşeyê ku girtina 9 rojnamevanan a li Enqereyê şermezar kirin, diyar kirin ku bi girtinan mafên agahî girtinê yê gel hatiye astengkirin û bi lêv kirin ku wê bi Çapemeniya Azad re di nava piştevaniyê de bin.    Di pêşengtiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî 9 rojnamevanên li Enqereyê hatin girtin, li buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Di civîna ku pankarta “Çapemeniya Azad Nikare Were Bêdengkirin” hate vekirin de DFG, MKGP, Basın-Îş, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, endam û rêveberên şaxên ÎHD’ê, Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, endamê Meclisa HDP'ê Dogan Erbaş, rêveberên HDP'ê yên navend û navçeyan, Alinterî, Nûnerê Herêmê yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Tayfûn Gungeldî, Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk  Nûnerên Komeleya Şoreşger a 78'an, Navenda Çandê ya Mûstafa Sûphî, Partiya Şoreşger, Kovara Karala, Kizilbayrak, Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP), Meclîsên Karkeran, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO), Komeleya Jiyana Nû ya Batikentê, Hevgirtina Jinan a Îlmek, Însiyatîfa Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Partiya Kedkaran, Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) beşdar bûn.   ‘HEVALÊN ME ROJNAMEVANÎ KIR’    Di daxuyaniyê de ewilî edîtorê MA’yê Ozgur Paksoy axivî. Paksoy, diyar kir ku 9 rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatin girtin û wiha got: “Yekane tişta em dikin rojnamevantiye. Hevalên me rojnamevantî kirin û em binê her nûçeya wan îmzeya xwe diavêjin. Em ê parastina rojnamevaniyê bidomînin.”    ‘JI BO KU EM RASTIYAN DINIVÎSIN…’    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jî ji bo piştevaniyê spasiyên xwe ji herkesê re pêşkeş kirin û bi bîr xist ku Çapemeniya Azad 33 sal in xebatên xwe dimeşîne. Aykol, berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber em rastiyan dinivîsîn her tim rastî zilma hikumetan hatin. Di hezîranê de 16 hevalên me hatin binçavkirin hêj îdianameyên wan nehatine nivîsîn. Di 25’ê cotmehê de jî bi ser malên hevalên me û buroya me de girtin. Mesele nûçeyên têkildarî çekên kîmyewî bûn. Operasyon li rojnamevantiya hevalên me hate kirin. Operasyoneke terorê hate kirin, êlekên ji pola û çekên lûle dirêj. Hevalên me weke ‘terorîst’ hatin nîşandan.”   ‘EM Ê KARÊ XWE BIDOMÎNIN’   Aykol, bal kişand ku senaryoya têkildarî girtina 9 rojnamevanan beriya niha hatiye amede kirin û wiha axivî: “Tişta ku min fêm kir ev e, dixwazin hevalên me heta hilbijartinê di hundir de bigirin, nûçe çêkirina me asteng bikin an jî kêm bikin. Heke li welatekî 40 rojnamevan hatibûna girtin ev yek da gelemperiya cîhanê deng dabûya. Niha 40 hevalên me di girtîgehan de ne, nêzî 160 hevalên me negirtî tên darizandin. Hema bêje li ser 200 hevalên me jî zexta dewletê heye. Em di van şertan de dixebitin lê heta ku daxwaza nûçeyan a gelê me ji me hebe, em ê karê xwe bidomînin. Em 33 sal in vê yekê dikin. Hevalên me şehîd xistin, girtin lê me her tim berdewam kir, em ê dîsa berdewam bikin. Ew dixwazin her tim heman tiştî bikin û encamên cuda bigirin lê ev nabe û wê nebe jî.”   ‘JI SALÊN 90’Î HETA NIHA ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG NEBÛ’    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku li ser herkese zexteke darazê heye û da zanîn ku desthilat bi zextan dixwazin hemû bûyerên civakî têxe bin kontrola xwe û mafên nûçe wergirtinê yê gel asteng bike. Ozturk, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Desthilata ku hemû medya xist bin kontrola xwe hewl dide çapemeniya azad ku ji sedî 5’ê pêk tê jî bêxe bin kontrola xwe. Dema em li pirsên hatine pirsîn dinerin dibînin ku girtin keyfî ne. Me di nûçeyên hevalên hatin girtin de gelek binpêkirinên mafan dîtin. Naxwazin ev bên hînkirin. Di salên 90’î de gelek rojnamevan hatin qetilkirin lê çapemeniya azad qet bêdeng nebû. Hêvî dikim ku hevalên me wê demekî nêzîk de azad bin.”   ‘EM Ê BI ÇAPEMENIYA AZAD RE DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE BIN’    Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî destnîşan kir ku derbasî serdemeke tarî bûne û wiha got: “Em ê bi xebatkarên çapemeniya azad re di nava piştevaniyê de bin. Bila nefikirin ku wê bi girtinê çapemeniya azad bêdeng bikin. Em hemû bi wêneyên ku dikişinin, agahiyên em digirin em ê ji ajansê re bişînin û di nava piştevaniyê de bin.”   ‘JI QESRÊ TÊ BIRÊVEBIRIN’    Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku di sedsaliya Komarê de ji bo girtina 9 rojnamevanan şermezar bikin kombûne û wiha got: “Hevalên me ji ber mafên agahî girtinê parastin hatin girtin. Hem li dijî Fîncanci hem jî li dijî hevalên me operasyoneke qûtifandinê hate destpêkirin. Ev ji qesrê tê birêvebirin. Em vê qebûl nakin. Em minetdarê kedkarên çapemeniya azad in.”   ‘GENERALÊN APÊ MÛSA WÊ BÊDENG NEBIN’    Koçyîgît, bi bîr xist ku Osman Şiban, Roboskê, Ceylan Onkol, pêvajoya Aysel Tûglûkê û bi hezaran bêhiqûqî ji Çapemeniya Azad hîn bûn û wiha berdewam kir: “Em weke kesên ku vê kevneşopiyê nas dikin, dizanin ku generalên Apê Mûsa wê bêdeng nebin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku em ê di vê pêvajoyê de li cem kedkarên çapemeniyê bin.”   ‘BERSIVA ME WÊ PIŞTEVANÎ BE’    Nûnerê DÎSK’ê yê Enqereyê Tayfûn Gungor jî diyar kir ku girtina rojnamevanan a li Tirkiyeyê ne tiştekî nû ye û wiha axivî: “Me hemû binpêkirinên mafan ên li vî welatî qewimîn ji hevalên xwe hîn bûn. Em deyndarê wan ê minetdariyê ne. Hevalên me êşandin, neheqî li wan kirin, em van dibînin. Wê li dijî vê bersiva me piştevanî be. Em careke din dibêjin rojnamevanî ne sûc e.”   ‘MAFÊ AGAHÎ GIRTINÊ YÊ GEL HATE BINPÊKIRIN’    Seroka Şaxa TGS’ê ya Enqereyê Sîbel Hurtaş jî wiha got: “Ya derketiye holê nîşanî me daye ku hewl didin sûcekî biafirînin. Ev hewldan bê encam e, 16 hevalên me di 16’ê hezîranê de hatin girtin û hêj jî îdîaname nîne. Hêj jî nekarîn sûcan hilberînin. Pirsên ku ji hevalên me tên kirin ev nûçe ne, delîlên ku ji malê bi dest xistine jî pirtûkek e, lê rastiyek heye ku ev hevalên me rastî îşkence û muameleyên xerab hatine û mafê gelê me yê agahîgirtinê hatiye binpêkirin. Em careke din bibêjin, hûn ê nikarin ji vir sûcekî biafirînin ji ber ku rojnamevanî ne sûc e.”