Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin 2022-10-29 17:48:29   MÊRDÎN - Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo meşa ku dê di 6’ê mijdarê de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopiya were lidarxistin ji Mêrdînê banga tev li bûnê kir.     Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê, ji bo meşa ku dê di 6’ê mijdarê de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî HPG’ê ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe, li navçeya Silopiya ya Şirnexê were lidarxistin banga tev li bûnê kir. Di daxuyaniya ku li avahiya HDP’a Mêrdînê ji bo meşa ku bi dirûşmeya “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” bê lidarxistin de gelek Dayikên Aştiyê tev li bûn.    ‘EM ZILMÊ QEBÛL NAKIN’    Halîme Kaya ku li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê axivî, diyar kir ku weke Dayikên Aştiyê zilmê qebûl nakin û wiha got: “Em qebûl nakin ku çekên kîmyewî bên bikaranîn. Li dijî vê di 6’ê mijdarê de herkesên xwedî wijdan vedixwînin meşa ku em ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopiyayê li dar bixin.”    ‘EM ÊRIŞÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ RAWESTÎNIN’    Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê Perîhan Altûg jî dû re diyar kir ku weke dayik herî zêde ew bi xwe êşan dikişinin û got: “Li girtîgehan û li her deren zarokên me tên kuştin. Zarokên kurd jî yên tirk jî tên kuştin. Banga me li hemû dayikan e; bila destê ku Dayikên Aştiyê dirêj dikin bigirin, em vê xwînê vê zilmê rawestînin. Êdî bes e. Em di 6’ê mijdarÊ de di vê meşê de bi hev re bin. Ev meş meşa, aştî, edalet û xwişk û biratiyê ye. Em dixwazin herkesê li Silopiya bibînin. Divê kesên ji xwe re dibêjin ez mirov im, xwedî wijdan li wir bin. Em şer naxwazin. Em qebûl nakin ku zarokên me li serê çiya bên şehîdkirin û li girtîgehan bên kuştin. Em vî şerî û van êrişên bi çekên kîmyewî rawestînin.”