Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike 2022-10-29 16:50:53   ENQERE - Derket holê ku girtiyê nexweş Abdul Halîm Kirtay ku ji malbata wî re gotibûn li nexweşxaneyê ye û ji ber vê nehiştibûn hevdîtinê bi malbata xwe re bike, nebirine nexweşxaneyê.    Înîsyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê çalakiya xwe ya 425'an li dar xist. Di çalakiyê de pankarta li ser "Dermankirina mafek e, nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan" nivîsandî hat vekirin. Di çalakiyê de endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'a Enqereyê Nûray Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdul Halîm Kirtay ê di Girtîgeha Bûrhaniye ya Tîpa T'yê de.    4 SALAN NEHAT DERMANKIRIN   Çevîrmenê anî ziman ku Kirtay di 29 salên xwe yê girtîgehê de di gelek girtîgehan de maye û got: "Abdul Halîm Kirtay ku nikare bi tena serê xwe lazmatiyên xwe pêk bîne. Wî birine Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê û li vir nêzî 4 salan hatiye girtin, lê baş nehatiye dermankirin û rewşa wî xirabtir bûye. Di Îlona 2022'yan wî birine Girtîgeha Burhaniye ya Tîpa T'yê. Ji ber ku ji zû de ye di girtîgehê de ye, nexweşînên cuda lê peyda bûne. Nexweşînên wekî prostat, diyabet, tansiyona zêde, fitiq û nexweşînine din ên giran lê peyda bûne. Di heman demê de ji ber qezayekê 3 tiliyên wî jî tune ne. Di girtîgehê de çend carab fitiq lê peyda bûye û ji ber vê laşê wî tim nêm digire."    NIKARE BI TENA SERÊ XWE ÎDAME BIKE   Çevîrmenê got: "Li gor agahiyên malbatê ragihandine, bi rêya telefonê hatiye gotin ku li nexweşxaneyê ye û ji ber vê nehiştine hevdîtinê bi malbatê re bike. Lê a rast ew nebirine nexweşxaneyê. Personel bi awayekî kêfî nehiştine hevdîtinê bike. Nexweşxaneyê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne daye Kirtay, lê ATK vê raporê esas nagire û ji ber vê Kirtay nayê berdan."    Çevîrmenê bang kir ku Kirtay demildest bê berdan.