Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin 2022-10-29 14:49:24   ENQERE - Di girtina rojnamevanan de ne îfadeyên wan, şîroveyên dozger esas hatin girtin.    Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihên MA'yê Denîz Nazlim, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Emrûllah Acara û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku di 25'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, şev nîvê şevê sewqî dadgehê hatin kirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Nûçegihana MA'yê Zemmo Aggoz û Mehmet Gunhanê ku demekê li buroya Enqereyê ya MA'yê stajerî kiribû jî bi kontrola edlî û hepsa malê hatibûn berdan.    LI MIDÛRIYETA POLÎSAN ÎFADE NEDAN   Ji ber îşkenceya di dema binçavkirinê de li midûriyeta polîsan dewam kiribû, rojnamevanan li dozgeriyê îfade daye. Di lêpirsîna li dozgeriyê de, ji rojnamevanan nûçeyên ku çêkirine, hevdîtina wan a bi çavkaniyan re, parvekirinên wan ê li ser medyaya sanal, hevalên wan ên xebatê û gerên wan hat pirsîn. Rojnamevanan di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de gotin ku ji ber îşkenceyê li midûriyeta polîsan îfade nedane.    Dozger ji nûçegihana Jinnewsê Oznûr Degerê pirsiye ku nûçeyên têkildarî qetilkirina ferdên malbata Dedeogûllariyê yên li navçeya Meramê ya Konyayê ji aliyê Mehmet Altûn ve hatibûn qetilkirin, bi kîjan hincetê çêkiriye. Her wiha parvekirinên Degerê yên li ser medyaya sanal ên têkildarî talankirina daristanên Kurdistanê jî wekî hinceta girtinê hatiye nîşandan. Oznûrê jî gotiye ku nûçeyên ku çêkirine bûyerên civakî ne û parvekirinên wê yên li ser medyaya sanal jî di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ne.    Her wiha dozger ji bo parvekirina "Şewitandina daristanan dixin stuyê kurdan, li welêt çi tiştekî nexweş biqewime kurd hedef tên nîşandan, lê kesek jî ranabe nabêje, 'Li vî welatî kurd sirf ji ber ku kurd in ji aliyê tirkên faşîst ve tên qetilkirin.' Êşa me û hêrsa me mezin e" a Oznûr Degerê wekî "Wan jî kêm daristanên me neşewitandin" di gritekê de tomar kiriye.    PÊŞKEŞKIRINA NÛÇEYAB SÛC HATIYE HESIBANDIN!   Ji Midûra Karên Nivîsê ya MA'yê Dîren Yûrtseverê jî hevalên wê Denîz Nazlim û Emrûllah Acar hatine pirsîn. Her wiha weşanên zindî yên ji bo MA'yê jî sûc hatine hesibandin.    NETEHEMULKIRINA NAGÎHAN AKARSELÊ   Ji nûçegihana Jinnewsê Habîbe Erenê jî hatiye pirsîn ku ji bo di ajansê de bixebite talîmat ji kê stendiye. Erenê jî ji bo parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal gotiye di çaçroveya azadiya fikr û ramanê de ne û ji bo di ajansê de bixebite ji tu kesî talîmat nestendine. Dozgerê ku weşanên televîzyonê yên der barê qetilkirina Endama Navenda Akademiya Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarselê de ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatibû qetilkirin jî sûc hesibandiye û ji Erenê pirsiye ku ji bo van weşanan talîmat ji kê stendiye.    Piştî ku Erebênê îtiraz kir ku têgehên ji devê wê derneketine neyên tomarkirin, dozger îfadeyê temam kir û girtekê neda îmzekirin.   Piştî îfadeyên li dozgeriyê rojnamevan sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveyên dozger esas hatin girtin û rojnamevan li gor van şîroveyan hatin girtin.