Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin 2022-10-29 14:40:18   STENBOL - Serokê Basin-Îşê Farûk Eren diyar kir ku îktidar dixwaze bi girtina rojnamevanên kurd her kesî bitirsîne û got: “Em dikarin bi piştgiriyê van rojên nexweş derkevin.”    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 25'ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger duh bi şev bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Her wiha di 16’ê hezîranê de jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 16 rojnamevanên kurd bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.    ‘DIXWAZIN CIVAKÊ Û ROJNAMEVANAN BITIRSÎNIN’   Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapxane, Weşan û Çapemeniyê ya Tirkiyeyê (Basin-Îş) a girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren bertek nîşanî girtina rojnamevanên kurda da û destnîşan kir ku heke li dijî girtina rojanmevanên kurd ku bi neheqî tên girtin, bertek neyê nîşandan dê wê dor were ser her kesî. Eren anî ziman ku bi girtina 9 rojnamevanan azadiya çapemeniyê debirînê bi temamî ji holê hatiye rakirin û got: “Diyar e ku îktidar bi zêdekirina zextên li ser rojnamevanan û rewşenbîran, îktidara xwe bidomîne. Wisa difikire, lê xwe dixapîne. Dixwazin bi girtina 16 rojnamevanên kurd û 9 rojnamevanên kurd hemû civakê û rojnamevanan bitirsînin. Lê em jî dikarin li dijî van neheqî û zextan bi piştevaniyê ji heq derkevin. Heke em hemû bi hev re bin, em ê dikarin bi ji van rojên nexweş derkevin. Carek din dibêjin kê bêdeng bimîne wê dora wan jî were. Divê em li dijî zextên li ser çapemeniyê rabin.”