Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê 2022-10-29 13:01:52   ÎZMÎR - HDK, HDP û BMG’ê ragihand ku ew ê ji Îzmîrê tev li meşa “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” ya dê di 6’ê mijdarê de li Stenbolê bê lidarxistin bibin û bang li hemû aliyan kir ku beşdarî meşê bibin.    Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), dê di 6’ê mijdarê de li Taksîma Stenbolê “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” li dar bixin. Saziyên navborî têkildarî meşê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li eywana civînê pankarta “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” hat daliqandin. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk metna daxuyaniyê xwend.    Çelîk bi bîr xist ku Tirkiye ji sala 2021’an û vir ve êrişên xwe yên li ser xaka Herêma Kurdistanê bênavber didomîne û diyar kir ku di vî şerî de gelek kes canê xwe ji dest dane û li ser erdnîgariyeke berfireh talankirina ekolojiyê pêk tê. Çelîk wiha got: “Îdiayên ku TSK’ê li dijî endamên PKK’ê çekên kîmyewî bikar aniye, di medyayê û di nava xelkê de bû sedema hêrseke mezin. Bi qasî ku em ji çapemeniyê zanin, tê diyarkirin ku 17 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ku ji bo hemû zindiyan kujer e. Di hiqûqa navneteweyî de wek sûc tê dîtin, divê lêkolînên cidî bên kirin. Ji ber ku peymanên navnetewî hewcehiyê pê dibîne divê heyetên zelal û serbixwe lêkolînan pêk bînin û berpirsiyariyê hildin ser milê xwe. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Îktidara AKP-MHP’ê vî sûcî red dike û zanyar, ronakbîr, siyasetmedar, rojnamevan dixwazin ev dîmen bên lêkolînkirin, tawanbar dike û hedef dide nîşandan.”   'DIVÊ HIKÛMET DESTÛR BIDE’    Çelîk diyar kir ku astengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li pêşiya komîteyên pispor ên serbixwe ku dixwazin li herêmê lêkolînan bikin, dibe sedema nîgeranî û hêrsê û divê rêveberiya Herêmê bi ewlekariya şandeyan rê bide lêkolînan. Çelîk axaftina xwe wiha domand: “Divê ti kes nebe şirîkê vî şerê hovane û sûcê li dijî mirovahiyê. Ya herî girîng jî divê Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), sazî û rêxistinên berpirsyar ên Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bikevin tevgerê. Heke wiha nebe wê fikarên gelên herêmê zêde bibin û rê li ber komkujiyên mezintir veke.”   BANGA BO MEŞÊ    Çelîk anî ziman ku divê her kes li dijî şer û ji bo parastina mirovahiyê dengê xwe bilind bike û roj ne ew roj e li dijî bûyerên diqewimin bêdeng bimînin û got: “Jiyana mirovan pîroz e. Em bang li hemû sazî, pêkhate, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, gelê xwe û her welatiyê xwedî wijdan ku alîgirê jiyanê ne, ne alîgirê mirinê ye, têbikoşin. Li ser vê bingehê em diyar dikin ku em ê beşdarî meşa 6’ê mijdarê ya li Taksîmê bê lidarxistin bibin û gelên Îzmîrê û hemû hêzên demokrasiyê vedixwînin vê meşa mafdar. Tekane tişta ku civak dixwaze ew e ku heqîqet derkeve holê. Em ê tu carî bi bêdengiya xwe nebin şirîkê vî sûcî. Em bi biryardariyeke mezin diyar dikin ku heta rastî derkeve holê em ê dengê xwe bilind bikin û li heqîqetê bigerin.”