Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin 2022-10-29 09:39:37   MÊRDÎN - Di dosyeya têkildarî qezaya li Dêrikê de ku 20 kesî jiyana xwe ji dest dabû, hat xwestin ku ji 5 salan heta 15 salan ceza li 2 jê ajovan 5 kesan bê birîn. Her wiha der barê kesên ihmalkar de jî tu tişt di dosyeyê de tune ye.    Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 20’ê Tebaxê de 2 TIR’ên ku ji Tesîsên Etî Bakir a Cengîz Holdînga bar hilgirtibûn û bi rê ketibûn, di rê de qeza kiribûn û bûbûn sedema mirina 21 kesî. Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Dêrikê jî der barê qezayê de biryara "qedexeya weşanê" dabû, lê derketibû holê ku di qezayê de gelek îhmalkarî hene û Navenda Koordînasyona Veguhastinê (UKOME) ji bo rêya ku qeza lê çêbûbû pêşniyaz kiribû ku rê li ber wesayîtên tonajgiran bê girtin, lê pêşnîyaza wê ji aliyê Qeymeqamtiya Dêrikê û Amîrtiya Polîsan a Dêrikê ve nehatibû bersivandin û bi vî awayî çûnhatine wesayîtên tonajgiran dewam kiribû.    Lêpirsîna der barê qezayê de temam bû. Di çarçoveya lêpirsînê de, der barê ajovanên TIR'ê Ûmût G. û Yûnûs Ş. û xwediyên fîrmayê Kerem G., Mehmet A. û Kerevan Mesût G. de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku bi sûcê "ji ber bûne sedema gelek kesan û birîndarkirina wan" ji 5 salan heya 15 salan ceza li her 5 kesan bê birîn. 47 kesên birîndar bûne û xizmên 20 kesên jiyana xwe ji dest dane daxilî dosyeyê bnûne. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Mêrdînê îdianame qebûl kir.    Di îdianameyê de li ser rapora pêzaniyê hatiye sekinandin. Hatiye diyarkirin ku ajovanên TIR'ê guh li pîvanên çûnhatinê nekirine. Her wiha di girteka qezayê de "kêmasiya" ajovanan Ûmût G. û Yûnûs Ş. hatiye destnîşankirin.    Di îdianameyê de ji bo Kerem G., xwediyê fîrmaya ku TIR'a yekemîn, hatiey gotin ku ji ber ku ajovanê belgeyên wî yên ajovaniyê tune ne daniye ser wesayîtê û wesayît li gorî şertên teknîkê nehatiye birêkirin îhmalkariya wî heye. Ji bo xwediyê TIR'a duyemîn Mehmet A. jî heman tişt hatine gotin û hatiye4 destnîşan kirin ku di qezayê de îhmalkariya wan heye.    Lê belê di îdianameyê de navê tu rayedarên fîrmaya Etî Bankê ya girêdayî Cengîz Holdîngê û Qeymeqamtiya Dêrikê û Midûriyeta Polîsan a Dêrikê ku guh li hişyariyên UKOME'yê yên ji bo çêkirina rê û çûnhatina wesayîtên bargiran nekiribûn tune ye.    MA / Ahmet Kanbal