TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan 2022-10-28 16:14:58   MÊRSÎN - TUAYDER’a Çûkûrovayê, betalkirina civîna gel ku da îro li dar bixin şermezar kir û wiha got: “Em ê bi bikaranîna hemû mafên xwe yên demokratîk a li qadan, bibin dengê berxwedêrên zindanan.”   Civîna gel ku Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Çûkûrovayê plandikir îro li dar bixe, ji aliyê Walîtiya Mêrsînê ve bi hinceta “Wê aramiya civakî xera bike” hate qedexekirin. TUAY-DER’ê biryara qedexeyê bi daxuyaniya li ber avahiya xwe li dar xistin şermezar kirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û gelek endamên partiyê tev li bûn.    Di daxuyaniyê de bi kurdî û tirkî pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hate vekirin. Metna daxuyaniyê rêveberê TUAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş xwend. Altûntaş, diyar kir ku bloka faşîst a AKP’ê û MHP’ê her roja ku diçe darbe li demokrasiyê dide û qedexeya civîna wan a gel a ji aliyê Walîtiyê ve bi bîr xist.    Altûntaş, bal kişand ser tiştên girtiyên nexwş li girtîgehan dijîn û got: “Li cihekî ku ev qas tişt lê diqewimin ne gengaze ku mirov qala edaletê bike. Agahdarkirina biryara qedexeyê di demeke ku hemû amadekariyên ji bo civîna hatiye plankirin temam bûye de eşkere ye ku bêtehemulî û êrîşa li dijî vîna gel, coş û avadaniyeke rêxistinbûyî ye. Di vê wateyê de em ê li dijî biryara ku Walitiya Mêrsînê girtiye hemû mafên xwe yên qanûnî bikarbînin û gilî bikin. Ji niha û pê ve jî em ê bi bikaranîna hemû mafên xwe yên demokratîk re bibin dengê berxwedêrên zindanan ku em temsîl dikin û malbatên wan.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.