TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin 2022-10-28 15:31:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtina Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci li Enqere, Edene, Dêrsim û Hatayê hate şermezarkirin.     Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ji ber têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî nirxandin kirin duh hate girtin. TTB’ê ji bo girtina Fîncanci şermezar bike li ber avahiya xwe ya navendî daxuyanî dan. Rêveberên TTB’ê û rêveberên Odayên Bijîşkan ên gelek bajarên din bi daxuyaniyên dan dirûşmeyên “Şebnem Xoce ne bi tenê ye” , “Em bêdeng nabin, natirsin, bi tu deran ve naçin” berzkirin.    Di daxuyaniyê de Serokê Konseya Navendî yê Duyemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten axivî û wiha got: “Em ê li dijî krîza di pergala tenduristiyê de diqewime û darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn bêdeng neminin û têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘DESTHILAT CIVAKÊ DIQUTIFÎNE’   Okten, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi rojane şahidiniya pêvajoyeke ku ji aliyê demokrasî hiqûqê ve pê şerm bikin, dikin û wiha berdewam kir: “Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi destê desthilatê, bi propagandaya reş û bi rê ve birina pêvajoyeke dezenformasyonê hedef hate nîşandan û duh bi awayekî neheq û bêhiqûqî hate girtin. Desthilatê bi vê yekê dixwaze ku TTB’a bi awayekî aktif li dijî polîtîkayên li dijî tenduristiya gel û bazara ku di qada tenduristiyê de tê meşandin, têdikoşe dixwaze kontrol bike û bêdeng bike. Niyeta desthilatê ew e ku li ser Dr. Şebnem Korûr Fîncanci zextan li odeyên bijîşkan û TTB’ê bike û rêveberiya bi awayekî meşru hate hilbijartin bi awayekî keyfî hewl dide ji peywîrê bigire û bi rêbazên keyfî hem me hem jî hemû civakê qûtifîne.”   Rêveberên odeya bijîşkan ku piştî Okten axivîn jî bang kirin ku Fîncanci demildest bê berdan.    ‘HEWL DIDIN SAZIYAN TASFIYE BIKIN’   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê jî li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk axivî û wiha got: “Bi qanûnên tên derxistin hewl didin civakê bêdeng bikin. Hemû saziyên ku dengekî mûxalîf derdixînin hewl didin tasfiye bikin.”   Selçûk, bal kişand ser binçavkirina 11 rojnamevanan û got: “Biryara girtinê ya ku duh di encama talîmat û mudaxaleyên li dijî darazê de hat dayîn, ji bo serxwebûna darazê xemsarî û şerma nirxên demokrasiyê ye.”   VÎZYONA SEDSALÎ YA AKP’Ê ZEXT Û ZORDARÎ YE   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê, li Parka Îsmet Înonû daxuyanî da û girtina Fîncanci şermezar kirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş ê di daxuyaniya gelek kes tev li bûn de axivî xwest ku bêhiqûqî bê bidawîkirin û Fîncanci bê berdan.    Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak jî diyar kir ku vizyona sedsalê ya AKP’ê ya nû zext, tundî, binçavkirin, birçitî, bêkarî, xizanî ye û banga têkoşîna hevkar kir.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Edeneyê Mehmet Karakiş jî bertek nîşanî girtina Fîncanci dan.    EM LI CEM FÎNCANCI NE   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa SES’a Dêrsimê Serap Kahraman a li ser navê platformê axivî, diyar kir ku girtina Fîncanci û gef xwarina endamên TTB’ê ya ji peywîrê dûrxistinê nayê qebûlkirin. Kahraman, bi lêv kir ku li cem Fîncanci ne û wiha got: “Parastina tenduristiya gel, dij derketina şer, di çarçoveya zanîstê de axivîn ne sûc e.”