Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan 2022-10-28 15:19:20   STENBOL - Malbatên ku xwestin girtiyên nexweş bên berdan li pêşiya Edliyeya Stenbolê meşek li dar xistin. Ji malbatên girtiyan Fînce Akman, Cemîle Çîftçî û rojnamevan Zeynep Kûray hatin binçavkirin.    Malbarên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê taloqkirin bi daxwaza ku girtî bên berdan di hefteya 32’yemîn de ji bo çalakiya Nobeta Edaletê bidomînin li pêşiya Edliyaya Stenbolê ya li Çaglayanê kom bûn. Malbatên girtiyan tev li çalakiyê bûn. Ji dayikên girtiyan Cemîle Çîftçî û Fincê Akman ji rawestgeha otobusan bi destê hev girtin û heta ber edliyeyê meşek li dar xistin.    ‘EM MIRINÊ NAXWAZIN’   Di meşê de Akman xwest ku girtî werin berdan û wiha axivî: “Em tiştekî ji wan naxwazin. Em dixwazin ne bila zarokên me ne jî bila zarokên kesekî din bimirin. Her roj darbest derdikevin. Çima mirin li wan xwe tê? Çima ji mirinên me kêfê digirin. Mirina zarok û ciwanên me dixwazin. Hûn çi ji me dixwazin, derdê we çi ye?”   'AKP-MHP BÊHNA DAWIYÊ DISTÎNE'   Akman bertek nîşanî girtina siyasetmedar û binçavkirin-girtina rojnamegeran da û wiha pê de çû: “AKP-MHP bêhna xwe ya dawiyê distîne. Derdê vê dewletê çi ye?”    Polîsan pêşiya Çîftçî û Akman birîn û çalakiyê carek din li malbatan qedexe kirin. Dayikan xwest li qadê çalakiya xwe bidomînin. Polîsan bi darê zorê dayikan ji qadê dûr xistin.    LÊDAN Û BINÇAVKIRIN   Akman û Çîftçî ên ku hatin Qada Çaglayanê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Nûçegihana JINNEWS’ê Gulistan Dûrsûn û rojnameger Hayrî Tûnç ku nûçeyê dişopandin, bi lêdana polîsan re rûbirû man. Polîsan hewl da ku wênekêşa Dûrsûn jê bistînin. Di wê kêliyê de rojnameger Zeynep Kûray ku li dijî polîsan derket, bi lêdana polîsan re rûbirû ma.    Polîsên ku li Kûray dan wê kirin binçavan û xwestin destê wê ji pişt ve kelemçe bikin. Piştre polîsan Akman û Çîftçî jî kirin binçavan û wan birin Qereqola Polîsan a Çaglayanê.