Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin 2022-10-28 14:34:47   ENQERE - Siyasetmedara kurd Aynûr Aşan di danişîna Doza Kobanê de diyar kir ku şandeya dadgehê di dema pêvajoya darizandinê de li gorî daxwaz û gotinên desthilatdariyê de tevdigere û wiha got: “Doza Kobanê, deynê AKP-MHP’ê ye.”   Rûniştina 4’emîn a 17’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.    Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de gelek parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din di danişînê de amade bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin û îfadeyên gilîkeran hatin xwendin.    AŞAN: TIRKIYE DI MIJARA EDALETÊ DE PAŞVE MA   Siyasetmedara kurd Aynûr Aşan, ji bo parastinê mafê axaftinê girt. Aşan, da zanîn ku têgeha hiqûqê bi Qanûnên Hammûrabî re ketiye nava jiyana civakê û wiha domand: “Beriya ku qanûn derkevin, ji ewil ‘hiqûqa xwezayî’ hebû ku têkiliya civakê yên esasî bûn. Di mijara edaletê de Tirkiye li gorî cîhanê pir paşve ma ye. Di tu pergalên edaletê yên cîhanê de mîna ya Tirkiyeyê cezayên giran nayên ferzkirin.    ÎDIANAMEYA LI SER DAXWAZA TIFAQA CUMHUR   Ruhê zagon û qanûnan jî heye. Ew ruh jî wijdana dadger e. Heke di serê we de pirsek hebe, wê demê divê hûn biryara xwe ji bo bersûcan erênî bidin. Hevsengiyeke hesas e. Ev îdianame, li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin. Delîl, piştî amadekirina îdinameyê û vekirina dozê hatin komkirin. Yên ku ev îdianame amade kirin, li dijî qanûnan tevgeriyan. Bi periyodên danişînan, bi rêbazê guhdarîkirina şahid û gilîkeran, bi rêbaza berhevkirina delîlan ên di vê dozê de hûn li gorî daxwaz û gotinên desthilatdariyê tevgeriyan. Di dema amadekirina îdianameyê de tevahiya raya giştî û çapemeniya neteweyî bo me têgehên ‘terorîst’ û ‘kujer’ bi kar anîn. Anku bêgunehiya me hat binpêkirin. Binê îdianameya dozger Ahmet Altûn, sepanên şandeya dadgehê tije dike. Ev rewş ne tenê ji hêla edaletê ve lê ji hêla hestê de jî bi zora min diçe.    DEYNÊ AKP’Ê YÊ BO MHP’Ê   Hûn, me bi rêbazên FETO’yê didarizînin. Di hemû krîz û aloziyan de dewlet berê xwe dide kurdan. Di rewşa asayî de dewlet û desthilatdarî ji hev cuda ne lê di halê hazir de li Tirkiyeyê tiştekî wiha nîne. Kî bibe desthilatdarî, bi qirkirina kurdan û zexta li ser kurdan hewl dide girêdana xwe ya bi dewletê re nîşan bide. Taybetiyên mêr û dewletê mîna hev in. Mêr jî dema li derve bi hevalên xwe re rûdine, bi vegotina zexta ku li jinê dike hewl dide ‘mêrbûna’ xwe nîşan bide. Dewlet û desthilatdarî jî dibêje ez çiqas zextê li kurdan bikim, ez ewqas ‘welatparêz im.’ Heke ne wisa bûya, desthilatdariyeke ku bi birêz Abdullah Ocalan re pêvajoya Îmraliyê daye destpêkirin îro ev îdianame nedida darazê. Xwest dilê MHP’ê xweş bike. Ev doz, deynê AKP’ê yê bo MHP’ê ye.    KOMPASA LI DIJÎ PÊŞEROJA GELAN   Em, 38 caran bi cezayê muebbeta giran tên darizandin. Lê di dosyayê de yek delîl tune ye. Ev kompas ne tenê li dijî me, li dijî pêşeroja gelên Tirkiyeyê tê kirin. Di dema darizandina me de siyasetmedar derheqê doza me de bi awayekî magazînî li ser medyayê diaxivin. Gelo ma ew nizanin ku heta delîlên şênber nebin nikarin me bidarizînin? Dema Devlet Bahçelî devê xwe vedike, alozî derdikeve û mirov tên girtin. Heta vî emrê xwe jî yek gotineke baş û gotineke ji bo aştiyê derneketiye. Desthilatdarî di şexsê me de gefê li hemû derdorên muxalîf dixwe. Lewma saziya darazê bi kar tînin. Lê desthilatdarî çi dike bila bike dê nekare me biptirsîne.    DELÎL LI KU NE?   Di dozê bi îdiaya ‘pêdankeriyê’ têm sûcdarkirin. Pir mereq dikim. Gelo min ev sûc bi kê daye kirin? Li kîjan bajarî, di kîjan saetê de û li dijî kê? Hûn ninkarin yek delîlekî nîşan bidin. Hûn tenê yek mînakekî nîşan bidin, ez ê heta dawiya dozê bêdeng rûnim. Şandeya dadgehê bi qasî serê derziyê jî guh nade gotinên me yên li vir. Madem we biryara xwe daye, wê demê dev ji vê îşkenceyê berdin. Dê rojekê pêdiviya we jî bi edaletê çêbibe.”    Danişîna dozê dê di 31’ê cotmehê saet di 10.00’an de berdewam dike.