Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin 2022-10-28 13:53:43 STENBOL - HDK, HDP û BMG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê di 6’ê mijdarê de meşa “Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî” li dar bixin. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Banga me li tevahiya gelê me û hêzên demokrasiyê ew e ku beşdarî meşa me ya mafdar bibin.”    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê di 6’ê mijdarê de li Taksîmê meşa “Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî” li dar bixin. Daxuyanî li avahiya HDP’a Stenbolê hat dayîn û gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay da zanîn ku ji sala 2021’an heta niha dewleta tirk bênavber êrişî Herêma Federal a Kurdistanê dike.    Bi domdarî Kemalbay anî ziman ku di demên dawî de dîmenên çekên kîmyewî yên ku artêşa tirk li dijî PKK’iyan bi kar tîne derketine holê û van dîmenan di nava gel de rê li ber înfîaleke mezin vekiriye. Kemalbay, axaftina xwe wiha domand: “Di encama bikaranîna van çekên kîmyewî de 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Bi dîmenên hatine parvekirin re xuya dibe ku Tirkiye bi awayekî vekirî peymanên weke Konvansiyona Cenevreyê û peymanên din ên navneteweyî binpê dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê van sûcdariyan red dike û zanyar û rojnamegerên ku van dîmenan dipirsin û dixwazin bên lêkolînkirin jî hedef nîşan dide. Em careke dibêjin ku, heke weke ku berdevkên desthilatdariyê dibêjin ev dîmen û nûveye hatibin berevajîkirin, wê demê li şûna ku înkar bikin, bila şandeyên serbixwe bişînin herêmê da ku lêkolînan bikin.”    ‘ROJ ROJA LIV Û TEVGERÊ YE’   Bi domdarî Kemalbay diyar kir ku piştî bikaranîna çekên kîmyewî hinek şandeyên serbixwe xwestine li herêmê lêkolînan bikin lê belê ji hêla PDK’ê ve hatine astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rê nedayîna şandeyan ji hêla Rêveberiya Herêma Kurdistanê, di nava gel de rê li ber hêrs û fikaran vedike. Divê rêveberiya herêmê van şandeyan biparêze û destûrê bide ku li herêmê lêkolînan bikin. Divê kesek nebe şirîkê vî şerê hov û sûcên li dijî mirovahiyê. Di serî de OPCW, divê hemû sazî û dezgehên girêdayî NY, WHO û YE’yê di zûtirin demê de bikevin nava liv û tevgerê. Nexwe dê rewşa heyî rê li ber komkujiyên mezintir veke. Roj ne roja bêdengmayînê lê roja xwedîderketina li mirovahiyê û dijderketina şer e. Banga me ji bo hemû sazî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelê me ew e ku li dijî van sûcên li dijî mirovahiyê bikevin nava liv û tevgerê. Em ê li ser vê bingehê, di 6’ê mijdarê de li Taksîmê li dijî şer û kuştinan bimeşin. Banga me li tevahiya gelê me û hêzên demokrasiyê ew e ku beşdarî vê meşa me ya mafdar bibin. Tekane daxwaza civakê ew e ku rastî derkevin holê. Em ê bi bêdengmayînê re nebin şirîkê vî sûcî. Heta ku rastî derdikevin holê jî em ê dev ji lêgerîna xwe ya heqîqetê bernedin.”   REFKLEKSA DESTHILATDARIYÊ YA LI DIJÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî da zanîn ku piştî dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin weşandin, desthilatdarî ketiye nava hewldana veşartina sûcên xwe û ev tişt anî ziman: “Weke gava ewil jî Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci binçavkirin û piştre jî girtin. Desthilatdarî bi helwesteke faşîzane, her kesê qala îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî dike ceza dike. Bloka AKP-MHP’ê ku hewl dide têkoşîna rêxistinbûyî ya kurdan li her derê tesfiye bike, ne tenê kurdan lê dixwaze hemû gelên din û têkoşîna wan jî teslîm bigire. Banga me ji bo hemû kesî ew e ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê tev li têkoşîna hevpar bibin û beşdarî meşa 6’ê mijdarê bibin.”    ‘NE ÎDIA LÊ RASTÎ YE’   Li ser navê BMG’ê jî Murvet Kuçuk axivî û got ku bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve êdî îdia nîne. Kuçuk, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di demên dawî de gelek belge hatin nîşandan. Dema em li dîmenên 2 gerîlayên HPG’ê dinihêrin, ev dîmen ji xwe vê rastiyê piştrast dikin. Ji ber ku bertekên gerîlayan ên di dîmenan de xuya dikin, semptomên piştî bikaranîna çekên kîmyewî nîşan didin. Bi van êrişan dixwazin gelê kurd teslîm bigirin. Divê gelê tirk jî di vê pêvajoyê de bi gelê kurd re be.”