Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe 2022-10-28 12:52:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî êrişên hêzên rejîmê jî berxwedana li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê roj bi roj mezintir dibe.  Çalakiyên ku piştî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin, di roja 42’yemîn de berdewam in. Di serî de Mahabad, Bokan, Pîranşar, Serdeşt, Bane, Seqiz, Dîwander, Dêwlan, Kamyaran, Sine, Kirmaşan û Îlamê, li seranserî bajaran çalakiyên protestoyî roj bi roj mezintir dibin.     LI GELEK BAJARAN BERXWEDAN HEYE    Di çalakiyên duh ên li Mahabadê de gelek saziyên dewletê û banke hatin şewitandin. Avahiya qeymeqamtiyê ya bajar heta demekî kete destê çalakvanan û hêzên rejîmê gule li çalakvanan reşandin. Di encama êrişa hêzên rejîmê de hinek çalakvanan jiyana xwe ji dest dan.    Her wiha di çalakiyên li bajarê Baneyê de jî hêzên rejîma Îranê gule li çalakvanan reşandin. Hat zanîn ku di encama êrişê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.    Bi minasebeta 40’emîn roja qetilkirina du çalakvanan, li bajarê Dîwandarê xwepêşandan hatin lidarxistin.    Her wiha bi boneya 40’emîn roja qetilkirina welatiyê bi navê Nîker Şakeremî, li bajarê Xurewama yê Loristanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de li dijî rejîmê dirûşm hatin berzkirin. Di çalakiyê de hêzên rejîmê êrişî çalakvanan kir. Li gelek deverên bajar di navbera çalakvanan û hêzên rejîmê de pevçûn derketin. Her wiha çalakiyên protestoyî yên li bajarên Birucêrd û Miyandwawê jî bênavber didomin.    Di heman demê de di serî de Tehran, li gelek bajarên Îranê jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li bajarên Kerec, Meşhed, Erak, Şuş, Zahîdan û gelek bajarên din de di navbera çalakvanan û hêzên rejîmê de pevçûn derketin.