Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê 2022-10-28 12:24:46 ENQERE - Rojnamevanên binçavkirî bi awayek ji pişt ve kelemçekirî birin Edliyeya Enqereyê û hat zanîn ku wan li pey hev birine hundirê edliyê û dîmenên wan hatine girtin.  Di 25'ê cotmehê de nûçegihanên Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û her wiha Mehmet Gunhan ê ku demekê li MA'yê stajerî kiribû bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin. Rojnamevan Zemo Aggoz di 26’ê cotmehê de piştî karûbarên îfadeya li emniyetê hatibû berdan.    MÎZANSENA POLÎSAN DIDOME    Rojnamevanên binçavkirî piştî 4 rojan ji bo îfadeyên wan bê girtin, birin Edliyeya Enqereyê. Midûriyeta Polîsan a Enqereyê roja binçavkirinê serî li rêbaza mîzansenê dabûn û ji bo dîmenên rojnamevanan bigirin hewl dabûn serê wan bitewînin. Mîzansena polîsan îro jî berdewam kir. Rojnamevanên binçavkirî bi awayek ji pişt ve kelemçekirî birin Edliyeya Enqereyê û hat zanîn ku wan li pey hev bi qasî 60-70 metreyan bi meşê birine hundirê edliyê û dîmenên wan hatine girtin.