Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir 2022-10-28 11:12:01   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo Seroka Desteya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci ji peywirê bê girtin, dozname amade kir.    Seroka Desteya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci ji ber daxuyaniyên xwe yên derbarê çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê ku li dijî endamên HPG’ê bikar anîbû de, duh hate girtin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Fîncanciyê de ji bo ji peywirê bê girtin dozname amade kir.    Di doznameyê de hat xwestin ku wezîfeya Fîncanci ya li Seroktiya Desteyan Navendî jê bê bidawîkirin.    DOZNAME ÇI YE?   Dozname ew belge ye ku di mijarên hêjayî cezakirinê nîne lê belê di tevahiya cemaweriyê eleqedar dike de vekirina dozê ya li dadgehên hiqûqê tê dîtinê ye.