Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin 2022-10-28 09:30:38   ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna karesata Bartinê de ku 41 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 24 kes hatin binçavkirin.    Di 14’ê cotmehê saet di 18.15’ê de li navçeya Amasra ya Bartinê li kaneke madenê ya girêdayî Midûriyeta Muessese ya Komira Kevir a Tirkiyeyê (TTK) teqîn pêk hatibû û di encamê de 41 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Serdozgeriya Komarê ya Amasrayê têkildarî karesatê derheqê 25 kesan de biryara binçavkirinê da. Di vê çarçoveyê de 24 kes hatin binçavkirin. Midûrê Muessese ya TTK’a Amasrayê Cîhat Ozdemîr, cîgirên midûrê muesseseyê, midûrê rêvebirinê, midûrê karkeran, serendezyarê birêvebirinê û kartiye, endezyarên ji ewlehiya kar, sondaj û aspîratorê berpirsyar jî di nav de bi giştî 24 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.    Ji binçavkiriyan çendek jê ji midûriyeta emniyetê ya navçeyê derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Bartinê hatin kirin.