Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin 2022-10-28 09:00:54 COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan, anîn ziman ku hemû cîhan li hemberî çekên kîmyewî kor, ker û lal maye û gotin ku divê her kes li dijî vê rewşê deng derxe.   Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin 7 meh li dû xwe hiştin. Artêşa tirk ku di êrişên hewayî û bejahiyê de nikare bi ser bikeve dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kiriye. Navenda Parastina Gel (NPG) di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Artêşa Çekdar a Tirk (TSK) ji 14 Nîsanê heya 14'ê Cotmehê 2 hezar û 467 caran çekên nukleerî yên taktîk, termobarîk û bombeyên fosforê yên qedexe û çekên kîmyewî bi kar aniye.    Piştî dîmenên du HPG'iyên bandor ji çekên kîmyewî girtibûn, bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve bûn cihê bertekên mezin. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Geverê jî bertek nîşan dan û bang li her kesî kirin ku li dijî çekên kîmyewî deng derxînin.    Dayîka Aştiyê Gulçîn Karabûrkê diyar kir ku piştî ew dîmen dîtine demeke dirêj nikaribûye bê ser hişê xwe û wiha got: “Dilê me dişewite. Gelê kurd ji ber ku doza zimanê xwe û mafên xwe dike, rastî mirinê tê. Ger em gelê kurd li hemberî vê dîmenê ranebin, em ê bi xwe jî sibê bi wan dimênan re rû bi rû bimînin. Ji ber ku nikarin bi çek, bombe û helîkopteran wan zarokan tune bikin, serî li bikaranîna çekên kîmyewî dane."   ‘HER KES KER, KOR Û LAL E’   Karabukê anî ziman ku di serî de gelê kurd û paşê jî tevahiya cîhanê, yên li ber van dîmenan xwe li bêdengiyê danîne ew jî dibin şirîkê vî sûcî û wiha got: “Eger em li hemberî  van dîmenan bêdeng nemana û me gav biavêtana, dê îro çekên kîmyewî nehatana bikaranîn. Dema mijar dibe gelê kurd, hemû cîhan xwe li kerîtî, korîtî û lalîtiyê datîne. Li aliyê din sûcdarê herî mezin ê şer Barzanî ye. Ger rê nedana, îro ev yek nediqewimî. Divê em hemû kes li dijî vê helwestê rabin. Ger em van wêne û dîmenan qebûl bikin, em ê tunebûna kurdan jî qebûl bikin."   ‘ÇEKÊN KÎMYEWÎ TENÊ LI HEMBERÎ KURDAN TÊN BIKARANÎN’   Dayika Aştiyê Emîne Atakê jî diyar kir ku çekên kîmyewî yên bi salan tên çêkirin tenê li hemberî kurdan tên bikaranîn û got ku piştî dîmenên HPG'iyên bandor ji gazên kîmyewî girtine di televîzyonan de belav bûne pir êşiyane. Atakê wiha domand: “Êdî bila gazên kîmyewî li hemberî tu kesî neyên bikaranîn. Em bi salan e dibin şahid ku tenê ev çekên kîmyewî li hemberî kurdan tên bikaranîn. Dema mijar dibe gelê kurd her kes bêdeng e. Heke ev pêkanîn li dijî welatek an jî geline din bihata bikaranîn, dê hemû cîhan rabûya ser xwe. Bila hemû cîhan li dijî çekên qedexekirî rabe ser pêyan. Em naxwazin êdî kes ji ber madeyên kîmyewî jiyana xwe dest bidin. Hemû çek û bombe û çekên kîmyewî li ser kurdan û zarokên wan tên bikaranîn. Ger nikarin vî şerî bikin bila vegerin. Bikaranîna çekên kîmyewî nemirovî ye.”   BANGAWAZÎ   Atakê di dawiyê de bang li Barzanî kir û wiha got: “Bila destên xwe yên qirêj li ser zarokên gelê kurd bikêşe. Dewleta tirkan dîmen û wêneyên kîmyewî red dike, lê ev dîmen derketin holê û hemû cîhanê jî ew dîtine. Divê hemû kurd li dijî vî şerî û kîmyabaranê bibe yek. Nexwe dê zarokên me bi kîmyabaranan tim bên kuştin. Di her şerî de exlaqek heye, lê di vî şerî de bêexlaqîtî tê kirin. Tişta ku Barzanî li hember vî gelî kiriye tenê bêexlaqîtî ye. Divê hemû cîhan li dijî vê yekê bikeve nava liv û tevgerê."