Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket 2022-10-27 20:03:18   KOCAELÎ -Dadgeriya Înfazê, biryara berdana girtiya nexweş, siyasetmedar Aysel Tûglûk da. Piştî biryara dadgeriyê ji girtîgehê derket.   Saziya Tiba Edlî (ATK) ya têkildarê girtiya nexweşa demansê siyasetmedar Aysel Tûglûkê rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" dabû ji aliyê dadgeriya înfazê ve hat erêkirin. Tê payîn ku Aysel Tûglûk ji Girtîgeha Kandirayê ya Hejmar 1'ê bê berdan.   Li ber girtîgehê malbata Tûglûkê, parêzerên wê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay, parlementera HDP'ê ya berê Bûrcû Çelîk, rêvberiên partiyê yên Kocaelî û Gebzeyê, MA-TÛHAYDER û gelek kes Tûglûkê pêşwazî kirin.