Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin 2022-10-27 16:36:35   SEMSÛR - Hevserokê HDP’a Çêlikanê Huseyîn Uzun ku hatibû binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.    Polîsan duh bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çêlikan a Semsûrê Huseyîn Uzun de girtin û binçav kirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li midûriyeta emniyetê, Uzun sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê, Uzun bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tawanbar kir û bi daxwaza girtinê şand Dadgeriya Cezayên Silhê. Dadgeriyê bi heman îdiayê biryara girtina Uzun da.