Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe 2022-10-27 13:39:05   ENQERE – Endamên Rojnameya Alinteriyê ji bo piştevaniya bi rojnamegerên 3 roj in di bin çavan de li gelek deverên Enqereyê wêneyên rojnamegeran daliqandin û xwestin ku bên berdan.    Di 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi ser malên rojnamegeran de hatibû girtin û 11 nûçegihanên JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) hatibûn binçavkirin. Rojnameger ev 3 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê di bin çavan de ne. Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran berdewam in. Endamên Rojnameya Alinteriyê li Enqereyê bi mebetsa piştevaniya bi rojnamegeran re, pankartên ku wêneyên rojnamegeran li ser bûn li gelek deverên bajêr daliqandin û banga berdanê kir.    ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG NABE   Endamên Rojnameya Alinteriyê ku wêneyên rojnamegeran li Cehdeya Mîthatpaşa û Pira Doksanaltilarê daliqandin, diyar kirin ku li dijî kesên dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin û rastiyan veşêrin, wan jî bi vê çalakiya xwe hewl daye nîşan bidin ku Çapemeniya Azad bêdeng nabe û dengê wan bilindtir bikin.    Endamên Rojnameya Alinteriyê, destnîşan kirin ku her tim dê piştevaniyê bidin xebatkarên Çapemeniya Azad, dê pênûsa wan li erdê nemîne, dê faşîzmê bi hev re têk bibin û peyama piştevaniyê dan.