Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin 2022-10-27 13:11:13   STENBOL - Nivîskar Haydar Ergul û rojnamevan Ahmet Bîrsîn jî di nav de doza derbarê 21 kesan de ji ber “Akademiya KCK” hatibû vekirin, hat taloqkirin.    Li Stenbolê di 27’ê tîrmeha 2017’an de nivîskar Haydar Ergul, rojnamevan Ahmet Bîrsîn, xebatkara kovara Jineolojiyê Şeyma Kantarci jî di nav de 21 kes hatibûn binçavkirin. Danişîna 17’emîn a doza derbarê 21 kesan li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarixstin. Munevver Îlîngî, Ahmet Sagniç û Abdullah Geldî yên negirtî tên darizandin û parêzerên dozê Ozcan Kiliç, Serhat Çakmak, Ferat Bogatekîn û Ercan Kanar tev li danişînê bûn.    Dozger xwest ji bo ew dikaribe mutalayê amade bike, divê dosye jê re bê şandin. Dadgehê biryara navberê eşkere kir û ji bo mutala bê amadekirin danişînê taloqî 23’ê sibatê kir.