Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye 2022-10-27 12:47:22   RIHA - Malbata Şenyaşar diyar kir ku ya ku wan li ser pêya digire mafdarbûyîna wan e û edalet ji her kesê re hewce ye.    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 598’emîn de berdewam dike.    ‘MAFDARBÛNA ME ME LI SER PIYA DIGRE’   Malbatê li ser hesaba xwe Twitterê ev peyam parve kir: “Ez zilma li pêşiya deriyê edliyeyê hem wek ruh hem wek laşî me gelek westand. Ya ku hêzê dide me, ya ku me li ser pêyan digire mafdarbûyîna me ye. Em pê bawer in ku dê têkoşîna me encam bigire. Ji ber ku daxwaza me ya edaletê ji her kesê re hewce ye.”