Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan 2022-10-27 12:46:05   AMED - Malbatên girtiyan ên Nobeda Edaletê digirin diyar kirin ku girtiyên diziyê, destdirêjiyê û tiryakê tên berdin lê girtiyên ku rûmeta xwe parastin nayên berdan.    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, Nobeda Edaletê ya li Amedê dabûn destpêkirin berdewam dike. Nobeda malbatan di roja 345’emîn de li ber Edliyeya Amedê pêk hat û malbatan carek din daxwaza edaletê kirin. deye. Rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) ya Amedê, Komeleya 78’an a Amedê û Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) İl Eşbaşkanları Gulîstan Atasoy Zeyyat Ceylan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevserokê Giştî yê Komeleya Hîqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker piştgirî dan malbatan.   Di çalakiyê de ji malbatên girtiyan Reşahat Ada avivî û diyar kir ku li ser girtiyan zilm û zext hene û cezayên dîsiplînê li wan tê birîn û wan dixin hucreyan. Ada got divê Wezîrê Dadê û Serokkomar li ser rewşa girtiyên nexweş bisekinin. Ada destnîşan kir ku dayik û bavên girtiyên nexweş bêyî wan cara dawî bibînin koça dawî dikin û xwest ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin qanûn bikevin dewrê. Ada diyar kir ku girtiyên diziyê, destdirêjiyê û tiryakê tên berdin lê girtiyên ku rûmeta xwe parastin nayên berdan û ew ê heta dawiyê li pey doza girtiyên xwe bin.    İnci Guler a xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler jî anî ziman ku ev nêzî salekê ye ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di nobedê de ne û her çiqas partiyên siyasî ku soz dabûn malbatan ku dê ji bo girtiyên nexweş bixebitin jî lê hê jî bêdeng in.    Çalaki bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “ Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.