Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin 2022-10-27 12:29:12   STENBOL - Dozên ku rojnameger Ersîn Çaksû, Azîz Oruç, Can Dundar û Înan Kizilkaya tê de dihatin darizandin, bi sedema “kêmaniyên di dosyayê de” hatin taloqkirin.    Bi sedema nûçe û qunciknivîsên di Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de hatin weşandin ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, derheqê rojnameger Ersîn Çaksû û Azîz Oruç de bi îdiaya “Raste rast dewleta Komara Tirkiyeyê, hikûmeta wê, saziyên darazê, rêxistinên leşkerî û emniyetê biçûk xistiye” doz hatibû vekirin. 9’emîn danişîna dozê îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin.    Rojnameger Çaksû û Azîz Oruç ku ji ber dozeke de li Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê tê ragirtin beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên wan Merve Kurhan û Ozcan Kiliç di danişînê de amade bûn. Dozger, xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    Şandeya dadgehê jî biryara xwe ya navberê da û xwest ku biryara girtinê ya Çaksû pêk bê û danişîna dozê taloqî 30’ê adarê kir.     DANIŞÎNA DUNDAR Û KIZILKAYA   Derheqê Can Dundar ku tev li kampanyaya Nobeta Gerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê bûbû û Midûrê Karên Nivîsan a Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya de jî bi îdiaya “heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye” doz hatibû vekirin. 20’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Stenbolê hat dîtin.    Rojnameger û parêzer tev li danişînê nebûn. Dozger, xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê biryar da ku biryara girtinê ya derheqê Dundar de bi cih bê û danişîn taloqî 30’ê adarê kir.