Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin 2022-10-27 11:55:45   EDENE - Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin û gotin: “Em ê li ber hemû êrişan rabin û bêdeng nemînin.”    Li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F’yê girtiyên siyasî bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe peyam şandin û girtî destnîşan dikin ku bêdengiya hêzên navnetewî di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de bandorê dike. Girtiyan bertek nîşanî hevkartiya PDK’ê jî dan û dibêjin PDK rê li ber hêzên dagirker vedike ku bikevin Kurdistanê. Girtiyan anî ziman ku divê berpirsiyar derkevin holê û gotin: “Em  ê li ber hemû êrişan rabin û bêdeng nemînin. Divê qada navnetewî demildest bikeve tevgerê û li herêmê lêkolîn bên kirin.”