Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin 2022-10-27 11:40:05   ENQERE - Rojnamevana binçavkirî Oznûr Deger destnîşan kir ku ew şagirtên çapemeniya azad in û got: “Em ê li her qada ku tê de ne, dengê ku tê xwestin bê qutkirin bidin bihîstin."     Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de di 25’ê cotmehê de li 9 bajaran 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê hatin binçavkirin. Rojnamevan Zemo Aggoz duh bi şev bi şertê hefskirina li malê hat berdan. Rojnamegerên ku ev 3 roj in li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin bi rêya parêzerên xwe peyam dişînin. Nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger a li Mêrdînê hatibû binçavkirin, birin Enqereyê. Deger di peyama bi parêzerên xwe re şandiye de banga piştevaniyê kir.    ‘EM BIHÊZ Û MORAL IN'    Deger di peyama xwe de wiha got: “Em wek şopdar û şagirtên çapemeniya azad ku hêza xwe ji Mûsa Anter û Gûrbetellî Ersozan digirin, me ne bi binçavkirina 16 hevalên xwe serî tewand ne jî dê bi vê binçavkirinê serê xwe bitewînin. Em bihêz û moral in, ji her kesê ku piştevanî dane re spasiyên bêdawî. Em ê li her qada ku tê de ne, dengê ku tê xwestin bê qutkirin bidin bihîstin.”