'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye' 2022-10-26 19:45:02   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê destnîşan kir ku binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê ye û xwest demildest rojnamevanên hatine binçavkirin bên berdan.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 25’ê Cotmehê de li 9 bajaran 11 rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Jinnewsê hatin binçavkirin. Gava rojnameger hatin binçavkirin rastiyê îşkence û tundiyê hatin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî van binçavkirinan li Parka Xezalê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojnamegerî ne sûce” û dowîza “Dengê Çapemeniya Azad nayê qutkirin” hat vekirin.   Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken metna daxuyaniyê xwend. Guldîken diyar kir ku desthilatdaran welat xistiye nava krîzekê. Guldîken da zanîn ku welat di rewşa krîzeke civakî, aborî, hiqûqî, siyasî û burokratîk de ye û wiha got: “Desthilatdariya siyasî, bi manîpulekirinê, binpêkirina mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê dixwaze binpêkirina mafan normalîze bike. Bi hinceta darbeya 15'ê Tîrmehê bi KHK’yan gelek sazi û dezgehên çapemeniyê hatin girtin û gelek kedkarên çapemeniyê jî bêkar man. Li welêt kesekî ku rastî lêpirsîne nehatibe nemaye. Rêxistinên kedê, saziyên civaka sivîl, rojnamegerî û xebatên çapemeniyê bi hincetan cur bi cur tên astengkirin. Binçavkirina 11 rojnamegeran ku di nav de Zemo Agagoz jî heye ku pitika wê 45 rojî ye, delîla antîdemokratîkbûyîna “qanûna sansurê" ye.”   Bi domdarî Guldîken wiha got: “Rojnamegerên ku bi kelemçekirina ji paş de û sertewandinê hatine binçavkirin karê xwe bi veşartî nakin û nûçeyên xwe bi navê xwe parve dikin. Ev krîmînalîzekirin nayê qebûlkirin. Polîtîkayên desthilatdariyê yên ku hatine ber hilweşînê û welat hatiye asta nebirêvebirinê. Em Platforma Ked û Demokrasiyê careke din tînin ziman ku em tu carî dest ji lêgerîna demokrasî û kedê bernadin. Polîtîkayên çewisîner, binçavkirin û girtinê ku civakê bêrêxistin dikin bila bi dawî bibin. Bila peymanên ku îmze li binî danîne pêk bînin û kedkarên çapemeniyê demildest bên berdan."    Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Dengê Çapemeniya Azad nayê qutkirin” bi dawî bû.