Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin 2022-10-26 16:28:30 ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ên Nobeta xwe ya Edaletê didomînin, diyar kirin ku zarokên wan nayên dermankirin û di hucreyên yek kesî de terkî mirinê hatine kirin.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê dane destpêkirin, di roja 129’emîn de li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Deng bidin zindanan” dinivîsî li xwe kirin.    Di dema nobetê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Çîglî û Balçovayê piştgirî da nobetê.    BAL KIŞANDIN SER ŞER    Yek ji malbata girtiyan Medîne Kaymaz a li vir axivî, bi lêv kir ku zarokên wan nayên dermankirin û di hucreyên yek kesî de terkî mirinê tên kirin. Kaymaz, bal kişand ser şerê ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe didomîne û wiha got: “Zarokên me dikujin. Her derê bombe dikin. Li cihên ku bombe dikin êdî dar û sewal jî nikarin lê bijîn. Ev wijdaneke çawa ye. Malbatên we nînin? Ji bo ku şer bi dawî bibe mirin çênebin 25 sal in destê aştiyê dirêj dikin. Bi mehane Nobeta Edaletê didomînin. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Bila tirk, kurd ereb jî nemirin.”   ‘ROJNAMEVANAN BERDIN’    Kaymaz, bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da û destnîşan kir ku binçavkirin ji bo sûcên xwe veşêrin hatine kirin. Kaymaz da zanîn ku ev sûcên wan ji aliyê hemû cîhanê ve tên zanîn û bang kir ku rojnamevanên ku hatine binçavkirin demildest bên berdan.