Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe 2022-10-26 14:51:35 ENQERE - Rojnameger Berîvan Altan bi parêzerê xwe re axivî û anî ziman ku ji bo polîs dîmenên wê bigirin êlekan li xwe anîne û jê re wiha gotine: “Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe.” Qedexeya li ser hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên wan 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JinNewsê îro bi dawî bû. Parêzer piştî 24 saetan bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin.    Parêzerên bi rojnamevan Bêrîvan Altan re hevdîtin kirine anîn ziman ku Altan ji her kesê ku piştevanî dane wan re sipasiyên xwe şandiye. Altan destnîşan kir ku polîsan di serdagirtina malê de destên wê ji pişt ve kelemçe kirine û îşkence lê kirine. Altan destnîşan kir ku polîsan ji bo kêliyên binçavkirinê plansaziyekê kirine. Altan da zanîn ku polîs li ber derê malê demeke dirêj hatine sekinandin, ji polîsan re êlek anîne û jê re gotine ku “Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe.” Lê belê Altan anî ziman ku wê ev yek qebûl nekiriye.    Altan destnîşan kir ku bi darê zorê xwestine serê wê bitewînin û dema ku wê dibirin Midûriyeta Polîsan jî telefon ji polîsên wê binçav kiribûn re hatiye û dîmen ji wan xwestine.