Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin 2022-10-26 14:19:54 ENQERE - Rojnameger Dîren Yurtsever di hevdîtina bi parêzerên xwe re de da zanîn ku li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê di nava alayên tirkan de destên wê hatine kelemçekirin û bi darê zorê hewl dane ku wêneyê bikişînin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 11 rojnamegerên kurd hatibûn binçavkirin. Dozgeriyê, biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû û ev qedexe îro bi dawî bû. Parêzer, li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê bi rojnamegeran re hevdîtin kirin.    POLÎSAN HEDEF NÎŞAN DAN   Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever di hevdîtinê de got ku di dema serdegirtina malê de pirtûk, kovar û Rojnameya Yenî Yaşamê weke delîl hatine komkirin û ev agahî dan: “Dema ez ji malê hatim derxistin, polîsekî ji esnafekî re got; ‘li vir terorîst dijîn.’ Bi vî awayî em kirin hedef. Dema di wesayîta polîsan de, heta ku ez birim Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê jî polîsan çêrên zayendî li min kirin. Her tim gef xwarin.”    GEFA ÎŞKENCEYA FÎZÎKÎ   Bi domdarî Yurtsever destnîşan kir ku dema ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê, polîsekî ji xebatkarên tenduristiyê re got; “lê binêrin ev terorîsta xwenda ye” û ev tişt anî ziman: “Bi vî awayî ez dîsa hedef hatim nîşandan. Min bi bijîşk da nivîsandin ku tundiya psîkolojîk li min hatiye kirin. Di wê navberê de polîsekî gefa ‘tu qala tundiya psîkolojîk lê dê niha tundiya fîzîkî dest pê bike, dê wê demê bibînî’ li min xwar.”   WÊNEYÊ BI ALAYA TIRKÎ LÊ HAT FERZKIRIN   Rojnameger Yurtsever daxuyand ku girteka lêgerînê bêyî ku bixwîne bi darê pê dane îmzekirin û wiha bi dawî kir: “Hewl dan bi darê zorê li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê di nava alayên tirkan de wêneyên min bikişînin. Dema min ev yek red kir jî polîsan ji min re got; ‘prosedûr wiha ye’ û ez dam zorê. Prosedûreke wiha nîne. Min jî li pişt dîwareke vala wêne kişand.”