7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê 2022-10-26 14:13:35   ENQERE - 7 rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de li Amed, Mêrdîn û Rihayê hatin binçavkirin, anîn Miduriyeta Polîsan a Enqereyê.      Rojnamevanên ku di 25’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hate birêvebirin bi serdegirtinên 9 bajaran de hatin binçavkirin, anîn Enqereyê. Midura Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever û nûçegihanên MA’yê Hakan Yalçin duh anîn Enqereyê.    Nûçegihanê MA’yê Selman Guzelyuz û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren ên li Amedê, nûçegihanên MA’yê Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî yên li Rihayê û nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger a li Mêrdînê hate binçavkirin anîn Enqereyê.     Tê payîn ku tevî biryara sînordarkirinê hate rakirin parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.