Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin 2022-10-26 14:05:24 RIHA - Ferît Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de diyar kir ku ji bo dengê wan neyê bihîstin, rojnameger hatine binçavkirin û wiha bang kir: “Di zûtirin demê de dawî li vê bêedaletî û bêhiqûqiyê bînin.”  Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin û di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar ku di hucreye yekkesî de tê ragirtin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 597’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û li cihê ku weke “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir.    Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û got ku nobeta wan nêzî du salan bû. Şenyaşar, da zanîn ku êdî zivistan û hilbijartineke ku dê qedera Tirkiyeyê biguherîne tê û wiha domand: “Hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê têkoşîna edaletê ya dayika min dişopînin. Edaletê ji bo hemû kesî dixwaze û hemû partî jî xwedî lê derketin. Çapemeniya herêmî ku pêvajoyê dişopîne, ditirsin ku çalakiya me bikin rojev. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ku çalakiya me dişopandin jî hatin binçavkirin. Bi vê yekê re hewl didin dengê me qut bikin. Ev, sepaneke derhiqûqî ye. Em bi xwe şahidin ku nûçegihanên MA’yê yên Rihayê tenê nûçe dişopandin. Ew tenê nûçeyên bêalî û objektîf çêdikin. Ji bilî vê tu sûceke wan a din nîne. Em mafdar in. Bi milyonan kesên xwedî wijdan piştgiriyê didin me.”    'DAWÎ LI BÊEDALETIYÊ BÎNIN’   Şenyaşar, da zanîn ku dayika wî Emîne Şenyaşar divê ji çok û çavê xwe emeliyat bibe lê ji ber ku edalet pêk nayê, vê daxwaza me red dike. Şenyaşar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ji bo hemû rayedarên xwedîwijdan ew e ku di zûtirin demê de dawî li vê bêedaletî û bêhiqûqiyê bînin.”