Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin 2022-10-26 13:52:38   ENQERE - Rojnamegerên ji welatên cuda bertek nîşanî binçavkirina 11 rojnamegerên kurd dan û xwestin ku hempîşeyên wan di zûtirin demê de bên berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 9 bajaran bi ser malên gelek rojnamegerên kurd de hat girtin û di encamê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê 11 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnamegerên ji welatên cuda bertek nîşanî binçavkirinan dan û xwestin ku hempîşeyên wan bên berdan.    HEWLDANÊN REVÊ YÊN TIRKIYEYÊ   Dîrektora Lêkolînê ya Enstîtûya Aştiyê ya Kurd (Kurdish Peace Institude)  Meghan Bodette têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Bodette, da zanîn ku di meha hezîranê de rojnameger Habîbe Eren li Kurdish Peace Institude qala zext û binpêkirinên li dijî çapemeniya kurd axivî ye. Bodette, xwest ku Eren û hevalên wê di zûtirin demê de bên berdan û wiha got: “Divê hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide astengiyan derxîne ku agahiyên têkildarî zextên li kurdan dike neyên zanîn. Ji bo ku hesabê nede, bi vî awayî hewl dide bireve.”    ‘ROJNAMEGERAN BERDIN’   Rojnameger-nivîskar Debbie Bookchin jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û diyar kir ku hewldana tunekirina çapemeniya serbixwe ya dewleta tirk bi serdegirtina malên rojnamegerê kurd didome û ev bertek nîşan da: “Divê civaka çapemeniyê ya navneteweyî daxwaz bike ku hemû rojnameger bên berdan.”   ‘AZADIYA AXAFTINÊ TUNE YE’   Têkildarî mijarê rojnameger Jake Hanrahan jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Hanrahan, dîmenên ji hêla Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ve hatin parvekirin di peyama xwe de bi cih kir û ev tişt anî ziman: “Rejîma tirk hîn bêhtir rojnameger girtin. Lê binêrin bê ka çawa nêzî wan dibin. Ev mirov rojnameger in. Heke hûn yek milîm ji sînorê ku Tirkiyeyê diyar kirî derbas bikin, mafê azadiya axaftina we nîne.”    ‘JI BO RASTIYAN ÇAVKANIYEKE NÛWAZE YE’   Rojnamegera hollandî Frederike Geerdink jî di parvekirina xwe de dîmenên rojnameger Bêrîvan Altan ên di dema binçavkirinê de parve kir û ev peyam da: “Li Tirkiyeyê polîs, rojnamegeran bi vî awayî kaş dikin û diavêjin nava wesayîta polîsan.”    Rojnamegerê inglîz Steve Sweeney jî di peyama xwe de wiha got: “Her ku zexta Erdogan zêde dibe, girtinên berfireh ên li dijî rojnamegerên kurd jî dibin rojev. Ez her tim bi MA’yê re di nava peywendiyan de me. Ji bo ku haya me ji rastiyan hebe, xebateke nûwaze dimeşînin.”