Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê 2022-10-26 13:39:25   AMED – Gelek saziyên Mêrdînê ji bo piştgiriya bi çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan, hatin Amedê û tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hat xwestin ku girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan.    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, li Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro di roja 344’an de li pêşiya Saziya Tipa Edlî domiya. Şandeyeke ji Mêrdînê ku ji Komîsyona Girtîgehan a Baroya Mêrdînê, Palatforma Jinan a Şahmaran, Tevgera Jinen Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemamweriyê (KESK) pêk dihat û endam û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) ya Amedê, Komeleya 78’an a Amedê û Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Şaxa Komeleya Hîqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    ‘DAXWAZÊN ZAROKÊN ME QEBÛL BIKIN’   Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan, Nazîme Boltan axivî û bi bîr xist ku ev nêzî 12 meh in çalakiya xwe didomînin. Boltan, anî ziman ku heta niha jî ji bo edaletê tu gav nehatine avêtin û wiha domand: “Daxwaza me ya ji hikûmetê, daxwazeke mezin nîne. Tekane daxwaza me, berdana girtiyên nexweş e. Rewşa zarokên me baş nîne. Em dixwazin bên berdan da ku em wan tedawî bikin. Me ji wezîrê dadê û serokkomar xwest ku daxwazên zarokên me qebûl bikin. Lê ev daxwaz qebûl nekirin. Heta ku em sax bin dê li pey doza zarokên xwe bin. Em ê heta dawiyê li kolanan bin.”    'WIJDANA WAN NEMA YE’   Bi domdarî Boltan got ku di dema birina nexweşxaneyê de destên girtiyên nexweş tên kelemçekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila zarokên me tedawî bikin. Em qebûl nakin ku zarokên me bi kelemçekirî bên tedawîkirin. Ji ber ku zarokên me jî vê yekê qebûl nakin, dîsa li girtîgehê vedigerînin. Ma wijdana van rayedaran nema ye? Zarokên me kurd in lewma nayên berdan. Ev bû 5 sal ku min kurê xwe nedîtiye. Heke wijdana wan hebûya dê zarokên me berdabûna. Girtiyên nexweş çawa di girtîgehê de tên ragirtin?”    Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.