Binçavkirina rojnamegeran: Dixwazin civakê bêdeng bikin 2022-10-26 12:12:13 STENBOL – Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ender Îrmek diyar kir ku 11 rojnameger di operasyona ewil a “qanûna sansûrê” de hatine binçavkirin û wiha got: “Destilatdariya AKP’ê ber bi tunebûnê ve diçe û di pêvajoyeke wiha de dixwaze civakê bêdeng bike.”  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de duh li Enqere, Stenbol, Amed, Wan, Riha, û Mêrdînê bi ser malên gelek rojnamegeran de hat girtin. Di encama serdegirtinên malan de 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman dosyayê de Mehmet Gunhan ku ji bo demekî li Buroya MA’yê Enqereyê li Manîsayê hat binçavkirin. Ji rojnamegerên hatin binçavkirin, nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî ji dosyayeke cuda dihat darizandin û piştî ku biryar li rûyê wê hatî xwendin, hat girtin.    Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin. Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ender Îmrek têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û got ku êrişa esasî li dijî Çapemeniya Azad e. Îmrek, bi domdarî wiha got: “Çapemeniya Azad di bin şert û mercên giran de karê xwe dike. Bi îşkenceyê hatin binçavkirin û vê yekê jî têkiliya xwe bi ‘qanûna sansûrê’ heye. Rojnamegerên Çapemeniya Azad rastiya polîtîkayên şer û şerê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi raya giştî re parve dikin. Dibe ku ev rojnameger ji ber nûçeyên derheqê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla TSK’ê ve be.”    Bi domdarî Îmrek ev tişt anî ziman: “Ji bo ku tu tiştên li herêmê diqewimin, ji bo ku bikaranîna çekên kîmyewî nebe rojev van operasyonan dikin. Yek ji mînakên vê yên şênber jî hedefgirtina Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ye ku derheqê bikaranîna çekên kîmyewî de axivî bû. Dixwazin civakê bêdeng bikin. Naxwazin rastî bê nîşandan. Ji kesên rastiyê nîşan didin jî dibêjin; ‘heke hûn rastiyan nîşan bidin em ê jî vê bi serê we bînin.’ Lê ev yek ne tenê berpirsyariya rojnameger û zanyaran e. Berpirsyariya her kesî ye. Heke ev çekên kîmyewî hatibin bikaranîn, ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di van sûcan de demborîn tune ye. Heke nûveyên derheqê vî sûcê li dijî mirovahiyê de hebin, divê ev bên axaftin.”   OPERASYONA EWIL A QANÛNA SANSÛRÊ   Nivîskar Îmrek got ku operasyona ewil a qanûna sansûrê li dijî rojnamegerên kurd hatiye ceribandin û wiha bi dawî kir: “Bêguman pir beriya vê qanûnê jî rojnameger hedef dihatin girtin. Girtîgeh bi rojnamegeran re tije bûne. Li gel vê, her wiha kampanyayeke nîjadperest û şoven tê meşandin. Cihê keyfxweşiyê ye ku rêxistinên çapemeniyê yên mezin li dijî operasyonê bêdeng neman. Bêguman ev bes nake û divê em li ser biaxivin bê ka dikarin çi bikin. Divê em têkoşîna xwe berbiçavtir bikin û dengê xwe bilindtir bikin. Çapemeniya kurd, xwedî dîrokeke têkoşînê ye. Desthilatdariya AKP’ê ber bi tunebûnê ve diçe û dixwazin di vê pêvajoyê de haya raya giştî ji rastiyan nebe. Divê kesek li hemberî vê bêdeng nemîne. Divê bi destê rojnamegeran bigirin û têkoşîneke hevpar bê dayîn.”