DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse 2022-10-26 12:01:55 AMED - DFG û MKGP'a ku binçavkirina rojnamevanan şermezar kir, bang li xebatkarên çapemeniyê, rêxistinên pîşeyî û rayagiştî ya demokratîk kirin û wiha gotin: "Ne em bila desthilat bitirse, werin em van êrişan bi hev re bi piştevaniyê û di nava têkoşînê de pûç bikin."     Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî binçavkirina 11 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi serdegirtinên malan ên li 9 bajaran hatin binçavkirin, li pêşiya avahiya DFG’ê daxuyaniyê da. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê  ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAYDER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrguşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), Hevserokê OHD'ê Bunyamîn Şeker, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Atasoy, rêxistinên HDP'ê yên bajêr, Komeleya 78’an û malbatên girtiyan ên ji Mêrdînê Tevgera Jinên Azad (TJA),  Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Jinan a Şahmeranê, Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Şaxa SES'ê ya Amedê, Komeleya Jinan a Roza, Baroya Amedê, xizmên girtiyên di Nobeta Edaletê de ne, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de her tim dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” û “Bijî çapemeniya azad” hatin berzkirin.     Daxuyaniya bi kurdî berdevka MKGP’yê Roza Metîna, ya tirkî jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû xwend. Metîna, bal kişand ser Qanûna Sansûrê ya di 14'ê cotmehê de hate derbaskirin û wiha got: "Niha Tirkiye bandora 'Qanûna Sansurê' nîqaş dike. Di vê demê de ev Qanûna Sansurê di bin qilifê 'pêşîgirtina dezenformasyonê' de ji meclîsê hat derbaskirin. Di vê pêvajoyê de li dijî rojnamegerên kurd operasyon pêk hat. Polîsan deriyê kar û malên kedkarên çapemeniyê şikandin. Midura Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê Diren Yurtsever, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî hatin binçavkirin. Her wiha nûçegihanên JINNEWS'ê Habibe Eren û Oznur Deger û Mehmet Gunhan ê di MA'yê de demekê wekî stajyer dixebitî hatin binçavkirin. Hempîşeyên me bi îşkenceyê hatin binçavkirin û çekên bi lûleyên dirêj dan serê wan. Di lêgerînên Buroya Ajansa Mezopotamyayê ya Enqerê de û di lêgerîna li malên hempîşeyên me de polîsan dest danîn ser, alavên nûçeyan ên wekî kompitur, wênekêş, pirtûk, kovar û arşîvên rojnameyan."   'EM Ê LI DIJÎ ÊRIŞAN SERÎ NETEWÎNIN'   Metîna, destnîşan kir ku operasyona li dijî Çapemeniya Kurd hate kirin tê wateya bêdengkirina rojnameger û veşartina rastiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çapemeniya Azad a ku dijminatiya desthilatê ya li dijî kurdan derdixe holê dê tu carî bêdeng nemîne. Nikarin rojnamegerên Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Xebatkarên Çapemeniya Azad a ku ji kevneşopiya 'Rastî tu carî di tariyê de namîne' tên, çawa duh li hember zextan serî netewandin, îro jî bi xebatên xwe serî natewînin. Em hêza xwe ji Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Cengîz Altûn, Ferhat Tepe û Nagîhan Akarsel digirin. Em ê wekî rojnamegerên kurd li dijî êrişan serî netewinîn."   'WÊ KES NIKAREBE PÊNÛSA HEQÎQETÊ BIŞIKÎNE'   Metîna, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Wê kes nikaribe pênûsa heqîqetê bişikîne. Hûn ê nikaribin Çapemeniya Azad a ku we di salên 1990’î de bi bombe û qetlîaman bêdeng nekir, bi operasyonên bi vî rengî yên sextekar bêdeng bikin! Bila desthilatdariya zordar, despotîk bizane ku tirs alîkariya mirinê nake. Çi zextan bikin û çi qas qanûnên sansurê derxin jî, rojnamegerên kurd tu carî ji gef, zext, binçavkirin û girtinan natirsin, dest ji têkoşîna xwe bernadin û serê xwe natewînin!"   Metîna, bang li medyaya ku xwe muxalîf dibîne û hevalên wan dike hedef kir û wiha pê de çû: "Li aliyekî dibêjin dadwerî ne serbixwe ye, li aliyê din dema ku operasyon li dijî kurdan tên kirin dev ji berdevkiya hikûmetê bernadin! Ev dîmen îşkenceya li hempîşeyên me ji aliyê polîsan bi xwe ve hatin servîskirin. Wekî hevalên me yên ku li dijî îşkenceyê serî netewandin em jî ji vir bang dikin wê çapemeniya azad dê serî netewîne."   'WÊ ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG NEBE'   Metîna axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Hikûmet bi dîmenên wiha ne tenê ji bo rojnamegerên kurd, ji hemû rojnamegeran re peyamekê dide; dixwazin bi zextan bitirsînin, bi binçavkirinan paş ve gavê biavêjin û rojevê beralî bikin. Em careke din dibêjin ku hemû hewldanên we wê bê encam bimînin. Çapemeniya Azad bi bedelên giran û tu carî ji rastiyê tawîz nedaye hat van rojan. Banga me ji hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî re ye, em hemû bi hev re bi hevgirtin û têkoşîneke mezin li ber xwe bidin. Em ji hemû rojnamegeran re dibêjin azadî, wê çapemeniya azad bêdeng nebe!"   Dû re Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmût Oral axivî û bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da.