Rojnameger Încî Aydin beraet kir 2022-10-26 11:37:00   STENBOL - Rojnameger Încî Aydin ku bi sedema giliyê Mûsa Çîtîl dihat darizandin, beraet kir.    Mûsa Çîtîl ku navê wî di nivîsa “Ji bo desthilatdariyê nîşeya me nîne lê gotina me heye: Em ê we tevî neheqiyên we bişînin!” a Pêveka Jinan a Rojnameya Yenî Yaşamê de derbas dibû, gilî kiribû û derheqê rojnameger Încî Aydin de bi îdiaya “kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtin hedef nîşan daye” doz hatibû vekirin. 3’yemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Aydinê hat dîtin.    BIRYARA BERAETÊ   Rojnameger Aydin û parêzer Sercan Korkmaz daxwaznameya hincetê nîşandan û tev li danişînê nebûn. Dozger, di danişînê de mutalaaya xwe ya berê dubare kir. Dozger, da zanîn ku nivîsa behsa xeberê ji hêla Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran ve hatiye nivîsandin û “sûcê” heyî ji hêla Aydin ve nehatiye kirin.    Dadgehê, da zanîn ku “sûc” ji hêla Aydin ve nehatiye kirin û biryara beraetê da.