Yuce: Heke dengê kurdan qut bikin dê sibe yê me jî bê qutkirin 2022-10-26 11:16:15   MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce diyar kr ku raya giştî ya navneteweyî jî şirîkê sûcên Tirkiyeyê yên li Kurdistanê dike ye û wiha got: “Heke îro dengê gelê kurd kêm bikin, dê sibe dengê me jî qut bikin.”    Dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh dabû destpêkirin û ev êriş hêj didomin. Dewleta tirk heta niha zêdetirî 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne. Di encama van êrişên bi çekên kîmyewî yên di tebax, îlon û cotmehê de 17 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Piştre jî dîmenên du gerîlayên ji van çekên kîmyewî bandor bûyîn bi raya giştî re hatin parvekirin. Bi parvekirina dîmenan re li gelek deverên cîhanê kurd daketin qadan û xwestin ku şandeyên serbixwe biçin herêmê û lêkolînan bikin. Di heman demê de Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî tespît kiribû ku artêşa tirk çekên kîmyewî bi kar anîne û ji ber van gotinan ji hêla AKP-MHP’ê ve hedef hatibû nîşandan û îro hat binçavkirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce têkildarî bikaranîna  çekên kîmyewî û êrişên li dijî Fîncanci axivî.    DÎROKA KOMKUJYAN   Canan Yuce diyar kir ku komara tirk ne cara ewil e çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha got: “Dîroka komarê, dîroka komkujiyan e. Gelek komkujiyên mîna Dêrsim û Helebçeyê hatin kirin. Dewlet, ji bo ku serdestiya xwe bidomînin îro jî sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Lingekê vê jî em îro li Kurdistanê dibînin. Dewleta ku nikare desthilatdarî û serdestiya xwe biparêze, serî li rêya şer dide. Daxwazên kurdan paşguh dike, kurdan înkar dike, hewl dide kurdan tune bike û asîmîle bike. Desthilatdarî ji her alî ve zêde tengijî ye. Ji her alî ve êriş dike. Lê tevî vê jî di vî şerî de tu pêşketinek bi dest nexist. Li vî welatî ev 40 sal in şer heye û kurd şerê hebûn û tunebûnê dikin. Dema me fêm kir ku komkujiya li Bartinê û ya li Kurdistanê girêdayî hev in, wê demê em bikarin serkevin. Heke em îro têkoşîneke hevpar nedin, rojên reştarî li pêşiya me ne.”    ‘BÊDENGÎ HEVKARIYA SÛC E’    Bi domdarî Yuce bal kişand ser bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û ev tişt anî ziman: “Ji bo berjewendiyên xwe, bêdeng dimînin. Di rewşa heyî de ne tenê Tirkiye lê raya giştî ya navneteweyî jî şirîkê vî sûcî ye. Bêdengî, hevkariya sûc e. Lewma em biisrar dibêjin bila şandeyek serbixwe biçe lêkolîn bike. Aliyê herî giran ê şer, jin dijîn. Hemû kes baş dizane bê ka di demên şer de çawa li jinan tê nihêrtin. Divê jin li dijî van polîtîkayên milîtarîst, nîjadperest û li ser bedenên me derkevin. Divê em çareserkirina pirgirêka kurd bi rêyên demokratîk, bi dengekî herî bilind biqîrin. Tu caran şeran bo gelan azadî û demokrasî ne anî ye.”    ‘TÊKOŞÎNEKE HEVPAR ŞERT E’    Herî dawî jî Yuce bal kişand ser lêpirsîna derheqê Fîncanci û zextên li ser çapemeniya azad û ev tişt anî ziman: “Bi lêpirsînan dixwazin sûcên xwe yên şer veşêrin. Qanûna sansûrê jî aliyekê vê ye. Bi qutkirina dengê çapemeniyê re dixwazin dengê civakê qut bikin. Lewma divê em têkoşîneke hevpar bidin. Divê em ji her rojê bêhtir xwedî li Şebnem Korur Fîncanci û xebatkarên çapemeniya azad derkevin. Divê em tiştên li Kurdistanê diqewimin li her deverê teşhîr bikin. Niha şerekê topyekûn tê meşandin û rêbazên dermirovî tên bikaranîn. Êrişî tevahiya xwezayê dikin. Divê em bibînin ku jin, karker û kurd şerê hebûn û tunebûnê didin. Divê em têkoşîneke yekbûyî bimeşînin. Heke îro bikarin dengê gelê kurd qut bikin, dê sibe dengê me jî qut bikin.”   MA / Mukadder Akyol