Parêzer dê li dijî îşkenceya li rojnamegeran hatiye kirin gilî bikin 2022-10-26 11:01:51   ENQERE - Tê payîn ku dê îro parêzerên rojnamevanên ev du roj in di binçavan de ne hevdîtin li gel wan bikin û dê li dijî îşkenceya hatiye kirin jî gilî bikin.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin destpêkirin de duh di serdagirtinên malan ên 9 bajaran de Gerînendeya Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Güzelyuz, Zemo Aggoz, Barîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî; nûçegihanên JİNNEWS’ê Habîbe Eren, Oznûr Deger Mehmet Gunhan ê demekê li MA’yê stajyeriya nûçegihantiyê dikir hatin binçavkirin. Di serdagirina malan de rojnamegerên rastî îşkenceyê hatine bi kelemçeya bi pişt ve birin Midûriyeta Polîsan. Rojnamegerên li Stenbol û Wanê hatine girtin birin Enqereyê û tê payîn ku rojnamegerên din jî dê di nava rojê de bibin Enqereyê.    Derbarê dosyeya lêpirsînê de bi hinceta “wesfa sûc” biryara sînordarkirinê hatiye girtin. Ji xeynî wê derbarê rojnamegerên hatine girtin de hevdîtina bi parêzerên wan rojekê hat astengkirin. Dozgerî dema binçavkirinê ya rojnamegeran jî rojekê dirêj kir.    DOZGER BI PARÊZERAN RE HEVDÎTIN NEKIR   Dozgerî têkildarî dosyeya lêpirsînê tevî ku parêzeran serlêdan kir jî bi parêzeran re hevdîtin nekir. Li ser vê yekê parêzeran derbarê dosyeyê de xwestin ku bibin xwedî agahî û li ser vê yekê parêzer hîn bûn ku derbarê dosyeyê de biryara veşartinê heye. Parêzeran li dijî ku girteka lêgrîn û desteserkirina alavan û biryara binçavkirinê radestî terefê wan nehatiye kirin serî li Dadgeha Cezayê Sulhê dan û îtîraz kirin.    DAXWAZA JI BO ZEMO BÊBERSIV MA    Parezeran xwest ku rojnameger Zemo Aggoz a di binçavan de ji ber ku pitika wê 45 rojî ye bila îfadeya wê zûtir bê girtin û bê berdan. Lê belê ev dazwaz jî bêbersiv ma.    Parêzer îro li bendê ne ku biryara astengkirinê biqede û bi rojnamegeran re hevdîtinê bikin. Ji parêzerên rojnamegerên hatine binçavkirin Şevîn Kaya têkildarî lêpirsînê û îşkenceya li rojnamevanan hat kirin axivî.    HINCETÊ JI MEDYAYA SANAL HÎNBÛN   Kaya anî ziman ku biryara binçavkirinê ji daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Giştî de hîn bûne û wiha axivî: “Ev di encama kanûna sansûr û dezanformasyonê de hevalên me yên rojnameger ji ber nûçeyê ku çêkirine hatine binçavkirin. Em wek parêzer nikarin derbarê dosyeyê de bibin xwedî agahî lê belê em hinceta lêpirsînê bi rêya çapemeniyê ji emnîyetê hîn bûn.”   DÊ LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ GILÎ BIKIN    Kaya destnîşan kir ku ew dîmenên binçavkirinê yên ku polîs parve kirine, lêkolîn kirine û wiha got: “Ev dîmen nîşanî me didin ku rojnameger çawa bi îşkenceyê ve hatine girtin. Me dît ku bi kelemçeya bi pişt ve û dijî mafên mirovan hatine binçavkirin. Dema ku me bi muwekîlên xwe re hevdîtîn kir em ê hîn bibin ku şopên îşkenceyê li ser laşê wan heye an na. Em ê piştre gilî bikin.”   ‘HEWL DIDIN KU GEL BÊAGAHÎ BIHÊLIN’   Kaya bi lêv kir ku rojnamegerên hatine binçavkirin derbarê bûyerên civakî de raya giştî agahdar dikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hewl didin ku gel ji geşedanan bêagahî bihêlin. Her wiha polîtîkayên çewisandinê yên derdorên rexnegir bi riya çapemeniyê berdewam dike û hewl didin ku tevahiya civakê bi vî awayî biçewisînîn.”