Fîncanci ku hedef hatibû nîşandan hat binçavkirin 2022-10-26 09:28:37   ENQERE - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber axaftinên têkildarî çekên kîmyewî hedef hatibû nîşandan, hat binçavkirin.    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber axaftinên xwe yên têkildarî çekên kîmyewî hedef hatibû nîşandan, di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de li mala xwe ya li Stenbolê hat binçavkirin.    Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ragihand ku Fîncanci hatiye binçavkirin. Têkildarî mijarê TÎHV’ê li ser hesaba xwe ya Twîtterê ev peyam parve kir: “Seroka TTB’ê û Endama Lijneya Rêveber a Weqfa me Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci bi awayekî ku nayê qebûlkirin hat binçavkirin. Di zûtirin demê de berdin.”    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di heman demê de ji dadgehê xwest ku peywira Serokatiya Konseya Navendî ya TTB’ê ya Fîncanci bê bidawîkirin û serokeke nû bê hilbijartin.    BAHÇELÎ Û ERDOGAN HEDEF NÎŞAN DAN   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 24’ê cotmehê di civîna koma partiya xwe Fîncanci hedef nîşan dabû û wiha ferman da bû darazê: “Dê têkildarî vê kesê û vê saziyê gavên pêwîst bên avêtin. Me ferman da wezaretê ku di serî de Yekitiya Bijîşkan, di rêxistinên pîşeyî derbasî rêveberiyên nû bibin û xebatên mewzûatê yên têkildar amade bikin. Heke hewce bike em ê bi sererastkirineke qanûnî navên wan biguherînin.”    Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî di civîna koma partiya xwe ya di 25’ê cotmehê de xwestibû ku TTB bê girtin û Fîncanci jî ji hemwelatîtiyê bê derxistin.