Dadgehê ji bo 11 milkên hatine firotin ji qeyûm parastin xwestiye 2022-10-26 09:01:11   ÊLIH - Dadgeha Îdareyê ya Êlihê ji bo 11 mal û milkên Şaredariya Êlihê yên hatibûn firotin, ji rêveberiya qeyûm parastin xwestiye. Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin got ku qeyûm dixwaze xirabiyeke mezin li pêşeroja bajêr bike.    Mehmet Demîr   Qeyûmê ku milyarek TL deyn xistiye stûyê Şaredariya Êlihê, tevî 11 milkên şaredariyê rêyek jî firotibû. Her wiha di nava van milkan de erseyeke hezar û 603 mîtrokare jî heye ku qeyûmê berê Cîgirê Walî Ertûg Şevket Aksoy ew dewrî Weqfa Yekitiyê kiribû ku Tayyîp Erdogan damezrînerê vê weqfê ye. Dema HDP'ê cardin şaredarî bi dest xistî, ev erse ji weqfê stendibû.    Piştî firotina van mal û milkan, Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, serî li Dadgeha Îdareyê ya Êlihê dabû. Demîr xwestibû ku firotina van mal û milkên bi awayekî derhiqûqî hatine firotin bê sekinandin û betalkirin. Dadgeha Îdareyê serlêdana Demîr xwest û muhlet da rêveberiya qeyûm ku di nava 30 rojan de parastina xwe bike.    Hevşaredar Demîr têkildarî mijarê axivî. Demîr bibîr xist ku ji bo rawestandina firotinê û betalkirina wê serî li Dadgeha Îdareyê ya Êlihê dane û wiha got: "Dadgeha Îdareyê serlêdana me qebûl kir û muhlet da qeyûm ku di nava 30 rojan de parastina xwe bike. Em ê jî parastineke pêvekî berpêş bikin. Em dixwazin bibêjin ku em ê nehêlin ev xirabî li gelê Êlihê bê kirin. Ger ev milk bên firotin, dê xirabiyeke mezin li Êlihê bê kirin. Em bang li raya Êlihê dikin. Em dixwazin hay ji vî tiştî hebin. Em bang li TMMOB'ê û saziyên din dikin ku li dijî vê tevbigerin. Çawa me firotina Batmanparkê bi bertekên raya giştî da sekinandin, em dikarin vê jî bi piştgiriya raya giştî betal bikin. Divê em vê firotina wekî suîqesteke li pêşeroja Êlihê bidin sekinandin."    MA / Fethî Balaman