'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e' 2022-10-26 09:00:32 WAN - Waniyan diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ên li hemberî girtiyên siyasî, ji ber polîtîkayên AKP'ê yên li ser esasên dijminatiya bi kurdan re zêde dibin û gotin: "Tenê ne malbatên girtiyan, divê tevahiya gelê me li dijî vê zilmê rabe."  Her ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girantir dibe, tahdeya li girtiyan tê kirin jî zêde dibe. Girtiyên nexweş ên mafên wan ên dermankirinê tên binpêkirin ji ber ku nayên berdan, yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di 10 mehên sala 2022'yan de 63 girtî hatine qetilkirin. Her wiha li gorî rapora ÎHD'ê di girtîgehan de 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.    Waniyan bertek nîşanî binpêkirinên li girtîgehan dan.    'SEDEM POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ NE'   Ji welatiyan Omer Çagli diyar kir ku divê girtiyên nexweş ên li girtîgehan demildest bên berdan û got ku ji ber ku girtî nayên dermankirin, mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin. Çagli, anî ziman ku ji ber kurdbûna wan mafê dermankirinê tê binpêkirin û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin û wiha domand: “Gelek girtî hene ku sedema girtina wan tenê kurdbûna wan e. Girtî bi polîtîkayên desthilatê tên çewisandin. Em dixwazin girtiyên bêsûc demildest bên berdan."   'POLÎTÎKAYA DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN'   Osman Semo jî binpêkirina mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş wekî “zilm” bi nav kir û got ku polîtîkaya dijminatiya li dijî kurdan tê meşandin. Semo, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu aliyekî vê pergalê yê mirovî nîne. Lewma divê AKP ji desthilatdariyê bê xistin. Em bawer dikin ku heke AKP ji holê rabe, wê di qada mafên mirovan de hin geşedan rû bidin. Girtiyên siyasî bi awayekî keyfî di girtîgehan de tên girtin. Armanc çavtirsandina kurdan e."   BERTEK   Têkilarî mijarê welatiyê bi navê Şukru Akdogan jî bi bîr xist ku li girtîgehên ku roj bi roj binpêkirinên mafan zêde dibin, girtî li pey hev jiyana xwe ji dest didin û wiha domand: "Divê em her roj ji bo girtiyên nexweş li qadan bin, lê deng ji kesî nayê. Heya girtiyên nexweş nemirin, deng ji me dernayê. Berpirsê sereke yê mirina girtiyan em in, ji ber ku em bêdeng in."    TÊKOŞÎN   Faysal Semo jî da zanîn ku di zindanan de li dijî girtiyan êriş tên kirin û ev tişt anî ziman: "Girtî her tim rastî binpêkirinên mafan tên. Gelek ji wan girtiyên nexweş in, ji ber ku nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin. Ev jî ji ber polîtîkaya tecrîdê ya AKP-MHP'ê ye. Armanca wan tepisandina girtiyan û gelê kurd e. Divê kurd li dijî vê yekê têbikoşin û li ber xwe bidin."   'TENÊ NE MESELEYA MALBATAN E'   Ji welatiyan Zekî Erdem jî bi lêv kir ku bi polîtîkayên heyî re zilm li girtiyan tê kirin xwest ku girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan. Derheqê mijarê de welatiyê bi navê Hesîn Erkol jî diyar kir ku “teslîmiyet” li girtiyan tê ferzkirin û axaftina xwe wiha qedand: "Ev 30 sal in teslîm nebûne û nabin jî. Siyasetmedara jin Aysel Tûglûk çendî nexweş e jî nayê berdan. Ev nayê qebûlkirin. Tenê ne malbatên girtiyan, divê tevahiya gelê me li dijî vê zilmê rabe."