ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-26 09:00:01     * Ayşe Atabay 7 sal in li cenazeyê kurê xwe yê ku di dema qedexeyên derketina derve de hatibû qetilkirin digere.    * Dadgeha Îdareyê ya Êlihê ji bo 11 mal û milkên Şaredariya Êlihê yên hatibûn firotin, ji rêvebiriya qeyûm parastin xwestiye. Hevşaredara Demîr ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin got ku qeyûm dixwaze xirabiyeke mezin li pêşeroja bajêr bike.    * Waniyan diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ên li hemberî girtiyên siyasî, ji ber polîtîkayên AKP'ê yên li ser esasên dijminatiya bi kurdan re zêde dibin û gotin: "Tenê ne malbatên girtiyan, divê tevahiya gelê me li dijî vê zilmê rabe."   * Nivîskar Sureyya Karacabey ku çalakiyên bi sponsoriya desthilatê li Cizîr û Sûrê tên lidarxistin wekî "şntiqaleke çêkirî" pênase kir û got: "Hûn nikarin tiştekî tune bikin; hûn pê dakevin, lê carekê hûn dibînin ku tişta ku we ew tune kiriye dengekî hîn xurttir derdixe."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 597'emîn de berdewam bike.    * Geşedanên têkildarî rojnamevanên hatin binçavkirin dê bên şopandin.    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amed û Îzmîrê dê berdewam bike. (11.00-13.00)   * DFG û MKGP derbarê binçavkirina 11 rojnamevanan de dê li Kuçeya Hunerê ya Ofîsa Amedê daxuyanî bide. (12.00) ZINDΠ   * Li Mêrsînê dê şaxên OHD, ÇHD û ÎHD'ê têkildarî kampanya lîncê ya li dijî Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fincanci hatiye destpêkirin li avahiya ÎHD'a Mêrsînê daxuyanî bidin. Dê şaxên SES'ê yên li Stenbolê jî li Şîşliyê daxuyanî bidin. (12.30)   * Rêxistinên hiqûqê têkildarî hevpîşeyên xwe ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî hedef hatin nîşandan dê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê daxuyanî bidin. (12.30)    * KCD, DBP, TJA, HDP û Dayikên Aştiyê dê bi pêşengiya MEBYA-DER'ê bi boneya bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopiya Şirnexê daxûyanî bidin. (13.00) ZINDÎ