Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin 2022-10-25 14:49:41   NAVENDA NÛÇEYAN - MKGP’ê têkildarî binçavkirina nûçegihanên MA û JINNEWS’ê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha bertek nîşanî binçavkirina da: “Dê nekarin bi van polîtîkayên zextê bigihijin armancên xwe. Dê Çapemeniya Azad li dijî van êrişan serî netewîne.”    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî binçavkirina 11 rojnamegerên ku îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 9 bajaran di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand û bertek nîşan da.    Daxuyaniya ku bi ser navê “Rojnameger dê dev ji nivîsandina rastî û heqîqetê bernedin” wiha ye: “Êriş, zext, tundî û îşkenceya li dijî rojnamegerên kurd û çapemeniya azad bê navber didomin. Li dijî êrişan, berxwedana rojnameger û çapemeniya azad jî dewam dike. Desthilatdariya ku bi bêtehemûliyeke mezin nêzî vê berxwedanê dibe, dîsa bi ser malên rojnamegeran de girt û bi îşkenceyê gelek rojnameger binçav kir. Bi taybet piştî qanûna sansûrê bi dengên AKP-MHP'ê hat qebûlkirin û şûnde, biserdegirtina malên rojnamegeran bal kişand. Rojnamegerên ku li dijî qanûna sansûrê serî netewandin, hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan di saetên serê sibehê de bi ser malên nûçegihanên ajansa JINNEWS, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Buroya MA'yê ya Enqereyê de girtin. Di encama serdegirtinên malan de gelek rojnameger hatin binçavkirin.    DIXWAZIN KARÊ ROJNAMEGERIYÊ KRÎMÎNALÎZE BIKIN   Di 16'ê hezîranê de li Amedê dîsa 16 rojnameger hatin girtin. Li gel ku bi ser girtina wan re 4 meh derbasbûne jî, îdianameya wan hêj nehatiye amadekirin û bêyî ku sûcekê wan hebe di girtîgehê tên ragirtin. Ji ber ku rojnameger tenê karê xwe dikin, tên girtin. Bi êriş, binçavkirin, girtin, zext û îşkenceyê dixwazin têkoşîna rojnamegeran asteng bikin û pîşeya rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Di dema binçavkirinê de rojnameger ji pişt ve hatin kelemçekirin, îşkencekirin û pitika 45 rojî ya Rojnameger Zemo Aggoz ku li Enqereyê hat binçavkirin jî birçî hat hiştin.    EM Ê DEV JI NIVÎSANDINA HEQÎQETÊ BERNEDIN   Em dîsa dubare dikin ku dê nekarin rojnamegeran bêdeng bikin. Dê nekarin bi polîtîkayên çewisandinê bigihêjin armanca xwe. Dê çapemeniya azad li dijî van êrişan serî netewîne û têkoşîna xwe bidomîne. Dê rojnameger dev ji nivîsandina rastî û heqîqetê bernedin. Dê rojnamegerên jin tu carî gavê paşde neavêjin û pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin.”