Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da 2022-10-25 13:40:21   RIHA - Ferît Şenyaşar ê di Nobeta Edaletê de axivî, bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanên ku dengê wan radigihîne da û bi lêv kir ku dixwazin têkoşîna wan asteng bikin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 596’an de berdewam dike.    BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINAN DA    Ferît Şenyaşar ê li qada ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re nobetê digire axivî diyar kir ku dixwazin têkoşîna wan a edaletê asteng bikin. Şenyaşar qala operasyona li dijî Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê kir û bertek nîşanî binçavkirina 11 rojnamevanên ku nûçegihanên MA’yê Ceylan Şahînlî û Emrûllah Acar ên çalakiya wan bi rêk û pêk dişopînin jî di nav de dan. Şenyaşar wiha got: “Herî dawî nûçegihanên MA’yê ku her roj çalakiya me dişopandin û dikirin rojev hatin binçavkirin. Em dixwazin bihiqûqî û bêedaletî bidawî bibe. Em dixwazin edalet pêk were. Dema edalet pêk hat wê demê em jî dixwazin jiyana xwe bi awayekî asayî bidomînin.”