OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû 2022-10-25 13:27:40   ÎZMÎR – OHD’ê da zanîn ku wan lêpirsîna derheqê endama wan Aryen Tûran de hatiye destpêkirin ku di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de li ser navê komeleyê axivî bû,  ji Ajansa Anadoluyê hîn bûne û wiha got: “Em dîsa bi bîr dixin ku muxatab ne endama me lê komeleya me ye.”    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê da zanîn ku bi sedema axaftinên derheqê bikaranîna çekên kîmyewî û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ya endama wan Aryen Turan ku di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de li ser navê komeleya wan axivîbû, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Komeleyê têkildarî lêpirsînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniya OHD’ê de wiha hat gotin: “Komeleya me biryar da ku endama me parêzer Aryen Tûran di 22’yê cotmehê di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de metna ji hêla lijneya rêveberiya komeleya me ve hatiye amadekirin, li ser navê komeleya me bixwîne. Di dema axaftina endama me de komeke li eywanê êrişeke dijminane û nîjadperest dan destpêkirin û ev êriş li ser medyaya civakî veguherî gefan û lînçkirinê. Derheqê endama me de ku ji hêla derdorên tên zanîn ve weke hedef hat nîşandan, lêpirsîn hatiye destpêkirin û em jî ne ji meqamên darazê lê ji Ajansa Anadoluyê ji vê agahiyê haydar bûn. Li dijî lêpirsîn û kampanyaya lînçkirinê ya ji hêla derdorên qirêjî ve hatiye destpêkirin em dibêjin ku ev metn li ser biryara rayedarên komeleya me hatiye amadekirin û muxatab ne endama me lê komeleya me ye. Vegotina binpêkirinên mafên mirovan ên ku me di axaftina xwe de destnîşan kirine û daxwaza lêkolînkirina wan, jixwe rêgezên rêziknameya komeleya me bi xwe ne. Gotina endama me parêzer Aryen Tûran gotina me ye û em li pişt gotinên xwe ne.”