Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin! 2022-10-25 13:09:11   AMED - Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan li Amedê “mizgîniya” Tûnela Babakayê dabû lê derket holê ku bi rojan berê deriyê şantiyeya wê hatiye qiflekirin. Kargeha ku got ev 5 meh in DSÎ ji wan re pereyan naşîne, 228 karker ji kar derxistin.    Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di roja yekşemê de hatibû Amedê. Yek ji “mizgîniyên” Erdogan jî Tunela Babakaya ku pêveka Bendava Farqînê ye. Kargeha ku tûnel çêdikir ji ber nedayîna pereyan derabeyên xwe girtin. Kargeha Unal Akpinar diyar kir ku Kar û Barên Avê ya Dewletê (DSÎ) ev 5 meh in pereyê wan nade û bi vê sedemê jî beriya hatine Erdogan anku di 13’ê cotmehê de 228 karker ji kar derxistin.    FEALIYET TUNE NE    Piştî gotina Erdogan “înşaeta wê didome”, hinek dîmen ketin ber destê me û di dîmenan de xuya dike ku tu xebat li înşaeta tûnelê nînin. Têkildarî mijarê ev du roj in em dixwazin xwe bigihînin Kargeha Unal Akpinar lê belê kesên bersiva telefona me didin dibêjin ku rayedareke bersiva pirsan bide tune ye û wiha dibêjin; “Hûn dikarin hûrgiliyan ji Midûriyeta Herêmê ya DSÎ’yê hîn bibin.”    DSÎ’YÊ NEXWEST BERSIV BIDE    Kesa ku xwe weke Sekretera Midûrê Midûriyeta Herêmê ya DSÎ’yê da nasîn, nexwest pirsên me bibersivîne.