11 rojnameger hatin binçavkirin 2022-10-25 12:00:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama serdegirtinên malên rojnamegeran ên li Enqere û 6 bajarên din de 11 rojnameger hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya derheqê rojnamegeran de, polîsan li Enqere, Wan, Stenbol, Amed, Riha, Mêrsîn û Mêrdînê bi awayekî hemwext bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin.  Li ser dosyayê biryara bisînorkirinê heye û hat zanîn ku rojnamegerên ji bajarên cuda hatin binçavkirin dê derbasî Enqereyê bên kirin. Tê payîn ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.    Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda de li Amedê di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin.