Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin 2022-10-25 11:00:06 ENQERE - Ji Yekîneya Hiqûqê ya TGS’ê parêzer Ulku Şahîn da zanîn ku bi serdegirtina malên rojnamegeran rew hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan di saetên serê sibehê de bi ser buroya Ajansa Mezopotamyayê (Ma) û malên nûçegihanan de girtin. Hat zanîn ku di lêpirsînê de derheqê 12 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û heta niha ji nûçegihanên MA û JINNEWS’ê bi giştî 10 kes hatine binçavkirin. Ji ber bisînorkirina dosyayê, parêzeran nekarîn naveroka dosyayê hîn bibin.    ‘HEWLDANA KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ’   Ji Yekîneya Hiqûqê ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ulku Şahîn bi bîr xist ku tevî ku bi ser re 5 meh derbas jî bûn, îdianameya 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê hatin girtin hêjta nehatiye amadekirin û wiha got: “Di demekî ku qanûna sansûrê ketiye meriyetê de di saetên serê sibehê de operasyonan dikin û bi ser malên rojnamegeran de digirin. Bi vê yekê re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Binçavkirin û lêgerînên ku di operasyonên serê sibehê de tên kirin, tevdîreke ku tenê di rewşên derengmayîn an jî dema sûc tê kirin e. Vê sepanê li dijî rojnamegeran pêk tînin û hewl didin rewşekî wiha nîşan bidin.”    'MAFÊ BINPÊKIRINA DARIZANDINA ADILANE’   Têkildarî bisînorkirina dosyeyan jî Şahîn ev tişt anî ziman: “Di van operasyonan de bi rêbaza bisînorkirina dosyayê re, kesên binçavkirî ji mafê herî bingehîn anku ji mafê parastinê bêpar tên hiştin. Bi vê rewşê re jî mafê darizandina adilane tê binpêkirin.”