Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin 2022-10-25 10:53:33 ENQERE - Polîsan li Enqereyê berê çekan da rojnamevanên ku bi ser malên wan de girtin û dûre bi paşve kelemçekirin, li erdê dirêkirin û li ser pişta wan rûniştin. Her wiha heqaret û xeber gotin ji wan re.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî rojnamevanan da destpêkirin de polîsan îro li Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha û Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan her wiha bi ser buroyoa Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê de jî girtin. Di serdegirtinan de Midura Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî hatin binçavkirin.    Her wiha nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznûr Deger û Derya Ren jî hatin binçavkirin.  Hate hînbûn ku Derya Ren di çarçoveya lêpirsîneke din de hatiye binçavkirin.    WÊNEYÊ AKARSELÊ HATIN ÇIRANDIN   Lêgerîna polîsên bi ser buroya MA’yê ya Enqereyê de girtin hêj didome. Li buroya ku di bin dorpêçê ye de dest danîn ser wêneyên rojnamevanên ku di salên 1990’î de hatîne binçavkirin. Her wiha wêneyê edîtora Kovara Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel a di encama êrişeke çekdarî de li Silêmaniyê hate qetilkirin ê bi dîwarî ve jî hate çirandin.    GEF, LÊDAN, HEQARET…   Di çarçoveya dosyaya ku biryara sînordarkirinê li ser heye de bi ser malên rojnamevanên li bajêr de jî hate girtin. Polîsan deriyên malan şikandin û berê çekan da rojnamevanan. Berîvan Altan a hate binçavkirin û rojnamevanên pê re bi awayekî paş ve kelemçekirin û demekî dirêj li erdî hatin rawestandin. Hate hînbûn ku polîs li ser pişta rojnamevanên ku li erdê dirêjkirine rûniştine û heqaret û xeber jê re gotine.    Hate diyarkirin ku polîsekî ji rojnamevanan Berîvan Altan re gotiye “Ez dizanim ez ê çi li te bikim, dema ez ji vir çûm tu dê bibînî.”   ‘TU TIRKÎ?’   Hate ragihandin ku polîsan bi serdegirtinên malan ên cuda de ji polîsan re bi gotinên “tu tirkî?” heqaret li kesên li malê bûne kirine û berê çekan dane wan.   DEST DANÎN LI SER EKÎPMANÊN ROJNAMEVANAN   Polîsan, dest danîn ser kompîtûr, lênûskên nîşeyan, rojname, kovarên kurdî, qertên nasnameyan û 100’an zêdetir pirtûkên ku li malê hatin dîtin.